Li Cizîrê Festîvala Govendê ya Jinan hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, yekemîn Festîvala Govendê ya Jinan bi dirûşma “Em Bernadin vê Govendê” hat lidarxistin.

Festîvala ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ya DEM Partiyê ve hat organîzekirin, bi beşdariyeke berfireh pêk hat.

Govendên 7 herêman û Dîwana Dengbêjan

Di festîvalê de ku îsal cara yekemîn hat lidarxistin, govendên Kurdan ên ji 7 herêman hatin gerandin.

Piştî gerandina govendan, festîval bi Dîwana Dengbêjan bi dawî bû û dengbêjan bi klamên xwe reng da şevê.

“Em daxwaza azadiya çand û ziman dikin”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Aslan Uysal jî di nav beşdarên mihrîcanê de bû.

Newroz Aslan Uysalê di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya aştiyê û amaje pê da ku ew wekî gelê Kurd daxwaza azadiya çand, ziman û hebûna xwe dikin.