Murad Demîr albuma xwe ya yekem belav kir: ZÊ
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ciwan Murad Demîr albuma xwe ya yekem a studyoyê ya bi navê "ZÊ" pêşkêşî muzîkhezan kir.
Murad Demîr bi vê albuma xwe ya nû gavake wêrekane di kariyera xwe ya muzîkê de diavêje.
Albuma "ZÊ" niha li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê belav bûye.
Afirîneriya hunermend û naveroka albumê
Albuma Murad Demîr ji 9 stranan pêk tê.
Taybetmendiya herî berbiçav a albumê ew e ku Murad Demîr ne tenê şirovekar e, di heman demê de afirînerê berheman e.
Ji bilî strana bi navê "Ey Welat" a ku helbesteke Seydayê Tîrêj e, gotin û muzîka hemû stranên din ên di albumê de ji aliyê Murad Demîr ve hatine amadekirin.
Stranên ku di albuma "ZÊ" de cih digirin ev in:
- Rabe Dilo
- Şêrgele
- Ey Welat
- Rêya Evînê
- Şingal
- Nahêtin
- Gulberoj
- Gava Çûnê
- Ken Ji Dil Nayê
Tîmeke pispor û muzîkeke dewlemend
Ji bo amadekirina albuma "ZÊ" tîmeke berfireh a muzîkjen û pisporên teknîkî xebitiye.
Aranjoriya hemû stranan ji aliyê Mehmet Alî Edîs ve hatiye kirin.
Di binesaziya muzîkê de tevlîheviyeke dewlemend a amûrên rojavayî û rojhilatî hatiye bikaranîn.
Di kadroya muzîkjenan de; Omer Arslan li perkusyonê, Ruşen Arslanargun li çelloyê, Şaban Golge li keman û viyolayê û Aram Savaş Han li tembûrê hunera xwe nîşan daye.
Her wiha Mehmet Alî Edîs bi lêxistina gîtarên klasîk, akustîk, elektro, bas û ukulele reng daye albumê.
Tomarên dengan li studyoyên Alekka û ASMê hatine kirin, mîks û masterîng jî ji aliyê Ertan Keser ve hatiye temamkirin.
Dengên paşîn (back vocal) bi hevkariya Lawîn Zirkî û Îdrîs Demîr hatine tomarkirin.
Nasnameya dîtbarî û ziman
Wêne û vîdeoyên albumê ji aliyê Veysel Seçen ve hatine amadekirin.
Dîzayna cil û bergan ji aliyê Sevîlay Atalay Edîsê ve û dîzayna konseptê jî ji aliyê Ronî Dildar ve hatiye kirin.
Her wiha, ji bo ku berhem bigihêje girseyeke berfirehtir, xebatên wergerê jî hatine kirin.
Cumhur Olmez wekî şêwirmendê ziman û wergêrê Tirkî-Kurdî, Ergîn Opengîn jî wekî wergêrê Îngilîzî-Kurdî di projeyê de cih girtiye.
Murad Demîr li ser hesabê xwe yê medyaya civakî keyfxweşiya xwe parve kir û ragihand ku albuma wî êdî li her derê dikare were guhdarkirin.
Murad Demîr ji bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ye.