Peykerê PÊŞMERGE hat çêkirin

20-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Peykertaşê kurd, Şiwan Kemal mijûlî pirojeyeke hunerî ye, ku peykerekê bo Pêşmerge çêdike.

Şiwan Kemal ji Rûdawê re ragihand: “Min peykerek ji Pêşmerge re çêkiriye, ku jibilî Pêşmerge ew cengawer e, xwedî peyam e jî. Meşaleya azadî û ronahiyê helgirtiye. Li pişt wî 4 stûn hene, ku tê wateya herçar perçeyên Kurdistanê.”

Kemal derbarê wî karê xwe de wiha got: “Ev piroje ne tenê peyker e, dê bin peyker bibe mûzeyeke taybet bi wêne û tabloyên Pêşmerge û ew kelûpelên leşkerî yên Pêşmerge bi taybetî yên ku di şerê n çiya de bikar tanîn.”





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst