6 pirtûkên derbarê Enfalê de bo îngilîzî hatin wergerandin

Hewlêr (Rûdaw) – 6 pirtûkên nivîskar û rojnamevan Arîf Qurbanî li ser Enfalê nivîsandî bo zimanê îngilîzî jî hatin wergerandin.

 

Pirtûkên Arîf Qurbanî yên debarê Enfalê de nivîsandine duh 20 nîsanê dan nasandin.


Nivîskarê Kurd Qurbanî derbarê pirtûkên xwe de ji Rûdawê re wiha got: “Mijara penç pîrtukan behsa çîroka 5 kesên di heyama Enfalê de ji gulebarakirin û bisaxî çalkirinê rizgarbûne dike û pirtûkeke din jî behsa çawaniya meşandina pêvajoya Enfalê, bi zarê şofêrekî bardozerê ku yek ji wan kesên xelkê bi zindî diavêtin çalê, dike.”


Arîf Qurbanî sala 1970 li Kerkûkê jidayîk bûye û derbarê Kurdan hejmareke zêde gotar nivîsandine.


Herwiha Arîf Qurbanî di heman demê de nivîsakarê Rûdawê ye û heta niha 40 pirtûkên wî hatine çapkirin.