Kêmber: Yekem romana Mihemed Şarman derket
Hewlêr (Rûdaw) - Romana nivîskarê ciwan Mihemed Şarman derket.
Piştî 2 kitêbên çîrokan “Pirça Winda” û “Bermayiyên Demê” Mihemed Şarman, vê carê jî bi romanekê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. “Kember”, yekem romana Şarman di nav weşanên Avestayê de derket.
Nivîskarê kurd Mihemed Şarman ê ku berhamên xwe bi kurmancî dinivîse, di heman demê de xebatkarê kovara “Zarema”yê ye.
2010ê bi pirtûka xwe ye bi navê Pirça Wenda ket nava refên edebiyata kurdî. Ev pirtûk rastî eleqeyek mezin hat. Bi mijar, bi form û îroniya xurt ji xwe re cihekî geş çêkir. Piştre 2014an pirtûka wî ya dûyem bi navê Bermayiyên Demê derket.
Roman li ser çîroka çend hevalên kurd ên li zaningêhê ye. Wekî pirtûkên berî xwe xwediyê îronîyek geş, binyadeke sosyopolîtîkek xurt ava bûye. Bi derketina xwe li ser Fûarê Pirtûkan a Amadê “Kêmber” rastî eleqeyeke mezin hat.
Mihemed Şarman 1983an de li navçeya Milazgirê ya Mûşê hatiye dinê ji Rûdawê re diyar kir romana wî heta niha rastî eleqeyek baş tê û herwiha di Fûara Pirtûkan a Amedê de di nava pirtûkên herî zedê hatî firotin de bû.