Penêr dibe sponsorê Delal Zaxoyî

Zaxo (Rûdaw)- Stranbêjê devera Badînan Delal Zaxoyî ragihand ku ew niha mijûlî çêkirina klîbekê ye û şîrketeke dirustkirina penêr jî sponsoriya wî dike.

Delal Zaxoyî ji Rûdawê re got: “Ez mijûlî kişandina klîbekê bi navê (Li Xerîbiyê) me û dê di demeke nêzîk de belav bikim.”

Heval Zaxoyî teksta vê stranê nivîsandiye û Îmad Elî awaza wê daniye.

Derbarê sponsorkirina vê stranê ji hêla şîrketeke taybet bi çêkirina penîr, Delal Zaxoyî got: “Rast e şîrketeke çêkirina penêr bi navê Kanlar bûye sponsora strana min. Herçiqasî penêr û stran ji hev dûr in jî, lê ez neçar bûm vê şîrketê bikim sponsor, çimkî li welatê me şîrketên hunerî tenê bo tirk, faris û ereban e.”