Rojînê klîpeke nû belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda navdar a Kurd Rojînê klîpeke nû belav kir.
Hunermenda Kurd Rojînê, klîba xwe ya nû ya bi navê "Ne Penaber im" li ser kanala xwe ya Youtubeyê û hesabên xwe yên torên civakî belav kir.
Ev berhem bi gotin û muzîka Rojînê bi xwe ye.
Aranjoriya stanê Jegr Sabah li xwe girtiye.
Rezhyan Shekhanî di warê makyajê de alîkarî kiriye.
Mehmet Ezîn derhêneriya klîbê kiriye û Alî Haydar Başak jî bi tembûra xwe beşdar bûye.
Ev jî gotinên stranê ne:
Ne Penaber im
Agire agir agirek kevnar
Em bi qir û hewar
Dengêm dernayê
Ez mame bê çar
Ne penaber im ne penaber im
Ez li axa xwe me ax ne penaber im
Kanî xanî yek ode çar bûn
Derî girtiye tê de winda bûm
Derî girtiye Teyreke bêbask bûm
Ne penaber im ne penaber im
Ez li axa xwe me ax ne penaber im