Ekrem Heydo: Sînema derfetê dide ku em çîroka jiyana xwe ji cîhanê re bibêjin

New York (Rûdaw) - Festîvala 9emîn a Fîlmên Kurdî ya New Yorkê bi beşdariya hejmareke berbiçav a fîlman ji çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dest pê kir.

Festîvala 9emîn a Fîlmên Kurdî ya New Yorkê girîngiyeke taybet dide nasandina berhemên derhênerên Kurd.

Rêkxerên festîvalê tekezî li ser wê yekê dikin ku armanca wan a sereke ew e ku platformekê ji bo sînemakarên Kurd biafirînin da ku ew karibin çîrok, xewn û êşên xwe bi zimanê hunerê bigihînin temaşevanên Amerîkî û biyanî.

Nûçegihanê Rûdawê yê Amerîkayê Namo Ebdulla di hevpeyvîneke kurt de li gel Ekrem Heydoyê derhênerê ji Rojavayê Kurdistanê û juriyê festîvalê behsa girîngiya festîvalê kir.

Derhêner Ekrem Heydo li ser festîvalê got:

"Ev festîval ji bo temaşevanên Kurd ên li diyasporayê û ji bo temaşevanên biyanî jî platformeke gelekî baş e.

Roja yekem gelek kes hatin û beşdar bûn."

Ekrem Heydoyê ku di warê sînemayê de xwedî tecrubeyek dewlemend e, daxwaza xwe ya ji bo veguhastina vê tecrubeya navneteweyî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve anî ziman:

"Rast e li Rojavayê festîvalên me hene lê em dixwazin di paşerojê de vê tecrubeya xwe ya Amerîkayê bibin û festîvaleke bi heman rengî û bi heman standardan li dar bixin."

Heydo derbarê peyama sînemaya Kurdî tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo nîşandana hebûna xwe hunera heftem bûye zimanê gerdûnî yê Kurdan û got:

"Bi rêya fîlman, Kurd dikarin ji cîhanê re bibêjin, em hene, em dikarin berheman çêbikin, werin li kar û jiyana me temaşe bikin.

Ev ji bo nasandina çanda me derfeteke zêrîn e."

Festîvala 9emîn a Fîlmên Kurdî ya li bajarê New Yorka Amerîkayê 20ê Îlonê dest pê kir û dê heta 25ê mehê deriyên xwe vekirî bihêle.