Rûsya bi festîvaleke nû sînemageran dicivîne: ‘Perperika Elmas’
Hewlêr (Rûdaw) - Rûsya 24ê Çiriya Paşîn mazûvaniya Festîvala Fîlman a Perperika Elmas dike.
Li gorî rêkxeran, armanca festîvalê ew e ku balê bikişîne ser berhemên wan hunermendên ku bi nirxên kûr ên giyanî û çandî yên Ewrasyayê ve girêdayî ne.
Festîval ji aliyê Wezareta Çandê ya Rûsyayê û Saziya Çandê ya Rûsyayê ve wekî destpêşxeriyeke çandî ya navneteweyî hatiye damezirandin.
Li gorî daxuyaniya fermî, ev proje hewl dide piştgiriyê bide wan fîlmên ku nirxên exlaqî, nasnameya niştimanî û pirrengiya çandî nîşan didin.
Her wiha armanc dike ku piştgiriyê bide wan sînemagerên ku bi rêya berhemên xwe mîrateya çandî û dîrokî ya herêmê diparêzin.
Rêkxeran her wiha diyar kir ku Festîvala Fîlman a Perperika Elmas dê wekî "platformeke afirîner ji bo piştgiriya sînemaya nivîskarî" bixebite û diyaloga di navbera neteweyan de bi rêya hunerê xurt bike.
Festîval dê tekeziyê li ser wan berheman bike ku ji bo yekkirina xelkê, xurtkirina pêywendiyên mirovî û teşwîqa têgihîştineke kûrtir a civakî dibin alîkar.
Armanc ew e ku fîlm bibin pireke pêywendiyê ji bo têgihîştineke baştir a di navbera gelên cihêreng ên Ewrasyayê de.
Tê payîn ku di merasîma li Moskowê de sînemager, hunermend, rexnegir û kesayetiyên çandî yên ji seranserî Ewrasyayê, ji Ewropaya Rojhilat heta Asyaya Navîn, li hev bicivin.