Galeriya wêneyan

21-12-2021
15 Photos
Bilind T. Abdullah

Roja Duşembê 20ê Kanûna 2021an di Festîvala Navdewletiya Fîlman a Silêmaniyê de 38 fîlm hatin nîşandan ku yek ji wan fîlma sînemayî ya Di Xewa Min De ya bi derhêneriya Murat Çerî derhênerê Tirkiyeyî bû ku dema wê 99 xûlek e û di beşa pêşbirka fîlmên dirêj de hat nimayişkirin.

Ev fîlma sînemayî behsa kesekî bi navê Tariq dike ku temenê wî di navbera 8 ta 10 salan e û di bûyereke trafîkê de bavê xwe ji dest dide û dayika wî bêhiş dibe û ew bi xwe jî tûşî bîrçûnê dibe.

Murat Çerî sala 1980an li Tirkiyê ji dayik bûye, beşa sînemayê di akademiya zanist û huner û felsefeyê de xwendiye.

Fîlma sînemayî ya Di Xewa Min De, xelata festîvala fîlman a Meletiyê bi dest xistiye, di sala 2020an de di çend festîvalan de beşdar bûye û li 25 welatan hatiye nimayişkirin.

Her di çarçoveya çalakiyên festîvalê de, heft belgefîlmên Kurdî û biyanî hatin nîşandan, ji wan jî fîlama Sembola Aramî ji derhênana Kamil Qadir, Zilamek ji Hirmiya Reş ji derhênana Burhan Ehmedî û Erdê Mewûd ji derhênana Zeka Brîto

Di beşa kurtefîlmên Kurdî de, 6 fîlm hatin nîşandan, ji wan jî Babirî ji derhênana Siyaweş Saêdpena, Xoravabûn ji derhênana Sebah Mihemedî û Meryem ji derhênana Roşna Resûl Qurbanî.