Kemal Mihemed vîdyoklîpekê belav dike


Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji bajarê Silêmaniyê Kemal Mihemed, vîdyoklîpa xwe ya nû bi navê Lêm Mepirse (Ji min nepirse) belav dike.

 

Derhênerê klîpê Biryar Fetah di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: "Ev stran, straneke niştimanî ya Kemal Mihemed e û bi rêya vê stranê dixwaze peyama xwe ji hemû kurdan re bişîne û ji wan re bibêje bibin yek û yekrêz bin."

 

Kemal Mihemed awaza vê stranê daniye û Hîwa Ehmed teksta wê nivîsandiye û klîba wê li bajarê Silêmaniyê hatiye kişandin.