Hozan Şiyar di salvegera wefata xwe de hat bibîranîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê nemir ê muzîka Kurdî Hozan Şiyar di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Bernameya bibîranînê bi beşdariya Hevserokên Şaredariya Farqînê Sevîm Bîçîcî û Kadrî Esen hat lidarxistin.

Her wiha xizm û hezkiriyên hunermend jî di bernameyê de amade bûn.

Bername bi xulekekê rêzgirtinê ji bo pakrewanan dest pê kir.

Pişt re di axaftinên bibîranînê de bal hat kişandin ser jiyana hunerî û mîrateya çandî ya Hozan Şiyar.

Hevserokê Şaredariya Farqînê Kadrî Esen diyar kir ku Hozan Şiyar kedeke girîng daye çand, huner û muzîka Kurdî û got:

"Em hozanê hêja yê ku jiyana xwe li Ewropayê bi hesreta Farqînê derbas kir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Strana 'Şêrîna Min' li ser gora wî hat gotin

Ji hevalên nêzîk ên hunermend Seyîdxan Roj jî di axaftina xwe de anî ziman ku Hozan Şiyar her tim di dilê xwe de Farqînî bû.

Seyîdxan Roj destnîşan kir ku wî ji bo hunera Kurdî kedeke mezin daye.

Di bernameyê de hezkiriyên wî li ser gora hunermend strana “Şêrîna Min” got ku yek ji berhemên navdar ên Hozan Şiyar e.