Saziya Zimanê Tirkî ferhenga kurdî derxist

 

Enqere (Rûdaw) - Saziya Zimanê Tirkî (SZT) ya Tirkiyê piştî sal û nîvê ferhengek kurdî-tirkî/ tirkî-kurdî derxist û da weşandin.

 

Serokê SZTê Kaçalîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û derbarê ferhengê de hin agahî dan. Kaçalîn diyar kir ku ferheng bi destê xwendekarên doktorayê û hîndekarên zimanê kurmacî hatiye amadekirin û bi zarava kurmancî ye.

Serokê SZTê Kaçalîn destnîşan kir ku ferheng bi kurdî-tirkî û tirkî-kurdî hatiye amadekirin û 50 hezar heb hat çapkirin û wiha got: "Di beşa tirkî-kurdî de ji 12 hezarî zêdetir peyv hene, di beşa kurdî-tirkî de jî ji 13 hezarî zêdetir peyv hene. Me di amadekirina vê ferhengê de ferhenga me ya tirkî ya ku ji bo dibistanan hatiye amadekirin, wek bingeh hilda.” 

Serokê SZTê Kaçalîn nîşan da ku kurdî êdî di dibistanan de dersa bijarte ye û ji ber vê yekê jî ferhenga tirkî-kurdî/kurdî-tirkî ji bo xwendekaran hewce dike.

Mustafa Kaçalîn diyar kir ku SZTê ji avabûna xwe vir ve li gor hewcedariyan gellek ferheng amade kir û ji bo hewcedariya xwendekaran jî dest bi xebatên amadekirina ferhenga kurdî kir.

Kaçalîn eşkere kir ku ekîba ku ferheng amade kir bi dil û can xebitî û peyvên di pirtûkên dersê de hene jî tev ferhengê kirin.

Mustafa Kaçalîn destnîşan kir ku amadekirina ferhengan gelek bi zehmet e û ekîba ku ev ferheng amade kir ji amadekirinê heta çapkirinê pê re eleqedar bûn. 

Serokê SZTê Mustafa Kaçalîn ragihand ku dest bi firotina ferhenga kurdî kirin û heke Wezareta Perwerdeya Neteweyî destûrê bide, ew dikarin vê ferhengê li dibistanan belav bikin.

Prof. Kaçalîn eşkere kir ku ferheng bi 12 lîreyî tê firotin, lê li avahiya SZTê ji sedî 25 erzan tê firotin.