Hunermend Ciwan Hesen koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Ciwan Hesen li nexweşxaneyeke Helebê koça dawî kir.

Hunermend Ciwan Hesen roja sêşeme li mala xwe ya li bajarê Amûdê ji be teqîna tupê gazê şewitî.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, mirovên wî ji bo dermankirinê ew bir nexweşxaneyeke Helebê.

Zikê wî bi rêjeya ji sedî 95 şewitî.

Hunermendê Kurd îro berbanga sibehê li Nexweşxaneya Helebêdi 45 saliya xwe de wefat kir.

Ciwan Hesen sala 1980yî li bajarê Efrînê ji dayik bûye.

Ciwan Hesen wekî gelek hunermend û rewşenbîrên Efrînê û piraniya xelkê wê herêmê, piştî êrişa Tirkiyeyê û çekdarên Sûriyeyê, ji bajarê xwe koçberî herêma Şehbayê bûbû.

Lê par li gel malbata li bajarê Amûdê bi cih bû.

Hunermend Ciwan Hesen li herêma Efrînê hunermendekî naskirî ye û wî heta niha li ser Efrînê gelek stran û klîp çêkirine.