Perwaz sibê vedigere Kurdistanê

 

Hewlêr (Rûdaw) – Beşdara pêşbirka stranan a bi navê “Arab Idol” a televîzyona MBC Perwaz Husên dê sibê vegere Herêma Kurdistanê.

Tiyê Perwazê Sefîn Salih, ji Rûdawê re got: “Perwaz sibê (23.06.2013) bi rêka balafirxaneya Hewlêrê re vedigere Kurdistanê.”

Li gorî agahiyên Salih, Perwaz dê saet 5ê êvarê bigihîje Hewlêrê.

Tiyê Perwazê her wiha da zanîn, Perwaz dê bi merasimeke fermî û ji aliyê nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên hizbî û hikûmetê û hunermendan ve bê pêşwazîkirin.

Beşdara bernameya “Arab Idol”  Perwaz Husên piştî ku dengên pêwîst bidest nexist, nekarî derbasî qonaxa dawî ya pêşbirkê bibe.

Perwaz Husên, xelka Hewlêrê ye û xwendekara beşa hunerên bedew ên zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê ye.

Pêşbirka Arab Idol ji aliyê televîzyona MBC a Libnanî ve tê sazkirin û heta niha jî didome.