Şêwekareke Efrînê wêraniya erdheja Cindirêsê bi peykerekê nîşan dide
Hewlêr (Rûdaw) – Şêwekara ji herêma Efîrnê Rojavayê Kurdistanê Medya Henan, wêraniya erdheja Cindirêsê di peykerekê de nîşan dide.
Şêwekara ji Efîrnê Medya Henan Ji 2017an ve dest bi şêwekariyê kiriye, beriya dagîrkirina Efrînê çûye Helebê, piştre vegeriya bajarê xwe û bû mamosteya hunerê.
Di erdheja 6ê sibata îsal de, gelek heval û kesên nêzîkî wê canê xwe ji dest dan.
Beriya demekê dibistana wê biryar da ku pêşangehekê veke, Medya Henan di wê pêşangehê de bi peykerekê wêraniya Cindirêsê nîşan da.
Hemû avahiyên wêranbûyî yên Cindrêsê, bi peyker çêkir.