Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda Rojavayê Kurdistanê Zêrîn Berzencî straneke nû li ser êş û elemên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê got.
Zêrînê ji Rûdawê re got, min stranek nû bi navê “Ax Rojava” gotiye ku helbest û ahenga wê ji aliyê Şêrko Berzencî ve hatiye gotin û çêkirin.
Li ser naveroka stranê jî Zêrînê got, di wê stranê de ez behsa nalîn û êşa xelkê Kobanî, Qamişlo û Efrînê dikim.
Wê keça hunermend da zanîn, bi koma mûzîkê ya Biratiyê mijûlî tomarkirina albomeke nû ye ku ji 8 stranan pêk tê û pirraniya stranan jî li ser welatparêziyê ne.
Endamê koma Biratiyê Şivan Berzencî jî got, em wê albomê bixwe derdixin ji ber wê jî em rojane kar dikin da bikarin pereyê albomê qezend bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse