Danasîna pirtûka ASMÎNê
Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka Faîk Ocal a bi navê ASMÎN ji Weşanên Sîtavê derket.
Pirtûk a zarokan e û 136 rûpelan pêk tê.
Asmîn, keçîkeke biçûk û meraqdar e. Ew bi ajalên mîna berxik, karik, kûçik, perperîk, golik, morî, cehşik, kosî, pîrhevok, legleg, gogerçîn, dîk, kurmik, cewrik, gur, rovî, çûçik, werdek, pepûk, kew, quling re dipeyîve û alîkariyê bi wan re dike.
Di pirtûkê de 24 serpêhatiyên Asmînê hene. Em bi coş û heyecan serpêhatiyên Asmînê dişopînin.
Asmîn him li xwe digere him jî tiştên nû hînî me dike. Ew di navbera xwe û ajalan de zimanekî nû, gerdûneke fantastîk diafirîne. Bi ger û serpêhatiyên xwe zarokê di hundirê me de şiyar dike.
Ew keçikeke azad û dilsoz e. Dixwaze xwe û me hînî xwebûn û cihewazbûnê bike.
Ew zarokatiya me yî windabûyî ye. Bi serpêhatiyê wê em li zarokatiya xwe digerin, alîkariya ajalan dikin û bi her awayî pêrgî xwe tên.
Asmîn, hevala zarokên 7-12 salî ye û li benda hevalên xwe ye.
Faîk Ocal kî ye? (Ji pênûsa wî)
Di sala 1978an li bajarê Semsûrê, li navçeya Bêsniyê, li gundê Îznîkê ji dayîka xwe bûm.
Him bi Tirkî him jî bi Kurdî dinivîsim. Mijarên nivîsên min însan û jîyan in.
Ji edebiyat û felsefeyê hez dikim. Di gelek malper û kovaran de bi Kurdî û Tirkî dinivîsim. Heta niha bi 4 Kurdî, 10 jî bi Tirkî 14 pirtûkên min hatine weşandin.
Navê pirtûkên min ên bi Kurdî:
101 Romanên Kurdî Cild 1(Weşanên Sîtavê)
101 Romanên Kurdî Cild 2 (Weşanên Sîtavê)
101 Çîrokên Kurdî (Weşanên Sîtavê)
Asmîn (Weşanên Sîtavê)