AMED - Pêşangeha Şopên Mezopotamyayê hat vekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê pêşangeha “Şopên Mezopotamyayê” hat vekirin.
Pêşangeh li Dêra Ermeniyan a Surp Gîragosê tê lidarxistin û ji 3 welatan berhemên gelek hunermendan tên nîşandan.
“Berhemên me çanda Amedê nîşan didin”
Birêvebira Pêşangehê Mîray Havîn Fîdanboyê got:
“Bi giştî 7 hunermend û 17 berhem hene. Em 2 roj in li Amedê kar dikin û li Amedê digerin.
Berhemên me çanda Amedê, kevneşopiya Amedê û bûyerên ku çêbûne nîşan didin.”
Welatiyên ku diçin pêşangehê daxwaza berdewamiya pêşangehên hunerî dikin.
“Eger hûn li vê derê xwedî derkevin...”
Kesê bi navê Kemal Ulusoy jî got:
“Bi hezar sal dîroka vê derê heye. Bi rastî divê hemû kes jî vê yekê bike.
Eger hûn li vê derê xwedî derkevin, hûn dê hem li çanda xwe û hem jî li mirovayetiyê xwedî derkevin.”
Pêşangeha Şopên Mezopotamyayê bi Bakurê Kurdistanê sînordar namîne û dê di demên pêşiya de li Enqere û Antalyayê jî bê vekirin.