VÎDEO – Yekem car e helbesteke Cegerxwîn tê parvekirin

23-10-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 31emîn salvegera koçkirina dawî ya helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn bû.

Weke tê zanîn gelek helbest û diwanên helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn hêj nehatine belavkirin.

Pîremêrekî kurd helbestekê ya Cegerxwîn ku hêj ne hatiye weşandin bi rêya Rûdawê yekm car e helbestê û çiroka wê belav dike.

Cegerxwîn di vê helbesta xwe de ji ber ku destheqiya wî ji aliyê axayeke ve hatiye xwarin axayî rexne dike.

Li gor pîremêrê kurd Cegerxwîn di kare xwe de hest bi wê yekê dike ku axa heqê wî dixwe û ew jî piştre li ser wê neheqiyê helbesteke dinivîse.

Pîremêrê kurd dibêje wî axayî ji Cegerxwîn xwestiye ku heger ew wê helbestê di diwana xwe de  belav neke dê mafê bide.

Pîremêrî da zanîn Cegerxwîn ew helbest di diwana xwe de parve nekiriye û piştre axayî jî destheqê seydayê Cegerxwîn daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst