Kurdên vir pirr qîmet didin hunermendan

22-12-2013
A+ A-


Hewlêr (Rûdaw)- Serpîl Kaya ji Kurdên Anatoliya Navîn e. Ew li bajarên Anatoliya Navîn Qonye, Cîhanbeylî, Kirşehîr, Polatli, Haymana, Şereflikoçhîsar û derûdorê hûnermendeke naskirî ye, lewra gellek dawetên Kurdên vê heremê bi klamên Serpîlê û koma wê geş dibin. 
Li wan bajar û navçeyan bi qasî 200 – 300 salan e ku hejmarek mezin Kurd dijin. Ew di van salên dawî de dawetên xwe bi muzîka kurdî pîroz dikin. Em ji bo xwendevanên “Rûdawê“ bi Serpîlê re axivîn.

Rûdaw: Tu dikari behsa jiyana xwe bikî? 

Serpîl Kaya: Ez bi eslê xwe ji Meletî Hekîmhan im, lê ji zû ve malbata min li Qonyayê dijî. Ez di malbateke kurd de, bi çand û edetên kurdî mezin bûm. Em 6 xuşk û bira ne. Em li Qonyayê bajarekî Tirkiyê dijin, lê li vir gund û taxên Kurdan cihê ne, hema hema hemû runiştvanên wan gundan Kurd in. Ango em wek gundên Kurdistanê di nav xwe de bi kurdî diaxivin û bi orf û edetên kurdî, bi çand û muzîka kurdî mezin dibin. 

Te kengî û çawa dest muzîka kurdî kir? Çend albûm û klîpên te hene?

13 sal berê min wek amator dest bi karê muzîkê kir, me wek kom muzîk çêdikir. Lê hedî hêdî em wek grûp ber bi profesyonelî ve çûn. Şeş sal in ez profesyonel bi muzîka kurdî ve mijûl im. Şeş sal berê me wek kom albûmek bi navê “Hebûn“ derxist. Navê koma me “Koma Awaz“ e. Min berê ji bo strana xwe “Baran Barî“ û piştre ji bo strana “Bê Hevî“ klîp çêkirin. Herdu klîpên min bi taybetî di nav Kurdên Anatoliya Navîn de pirr hatin ecibandin. Niha di hemû televîzyonên Kurdan de tên weşandin û hema hema hemû malan de tên guhdarîkirin. Em li Qonyayê û navçeyên wê yên ku tê de Kurd dijin, li Enqerê û navçeyên Polatli, Haymana, Şereflî Koçhîsar û Bala û cîhên din diçin dawetan, konsertan û mîhrîcanan, em beşdarê şevên siyasî jî dibin. Çalakiyên min yên karê muzîkê pirranî dawet û konsert in, ango zindî ne, karê li ser dikê ye.  

Ez niha li ser du berhemên nû dixebitim, ez hêvî dikim di demeke nêzîk de bikaribim pêşkeşî guhdaran bikim.

Bi kîjan zaravayên kurdî distrî?

Ez bi zaravayên kurdî kurmancî, soranî û kirdkî (zazakî) stranan dibêjim. Lê esas stranên Anatoliya Navîn yên heremî dibêjim. Lewra li vir klamên heremî pirranî tên hezkirin û guhdarîkirin. Li gor min divê her hûnermend berê çanda herêma xwe, stranên herema xwe baş bizanibe û lê xwedî derkevê. Gava her hunermend stranên herema xwe berhev bike û bistirê, wê gavê hemû stranên mê yên wendabûyî derdikevin holê. Muzîka me zêdetir dewlemend dibe.

Atmosfera dawetên Kurdên Anatoliya Navîn çawa ye?
  
Kurdên li vir pirranî li Ewropayê dijin, lê her havînê tên vir. Ji ber wê havînan dawet pirr in, em havînan pirr diçin dawetan. Edetên Kurdên vira yên dawetê pirr xweş in, ew pirr qîmet didin dawetan û dawetên xwe bi şahiyên mezin pêktînîn. Hem pirr pere xerc dikin, hem ji pirr qîmet didin hunerê û hûnermendan. 

Tu dikarî bi karê muzîkê debara xwe bikî? 

Ez qederê bawer dikim. Ez bi sebirim, ji bo serkeftinê dem lazim e. Ez pirr ji karê xwe hez dikim. Ez serbilind im ku wek keçeke kurd hatime dinyayê. Strandina klamên kurdî min bextewar dike. Daxwazên min yên mezin yên madî nînin. Ez bikaribim çend berhemên baş biafirînim, ezê bextewar bim. 
Gelê me yê vira ji hûnermedan pirr hez dike û pirr qîmet dide hunermendan. Ez pirr kêfxweş im ku li vir bi gelê xwe re dijim. 


 



 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst