Xebatên yekemîn motora lêgerînê ya kurdî, Egerînê ji bo pêşxistina zimanê kurdî di warê teknojiyê berdewan dike.
Rûdawê hevpeyvînek bi Rêvebirê Giştî yê Egerînê re pêk anî û wî pirsên Rûdawê bersivand:
Egerîn çi ye, kengê hate damezrandin, çima te karekî wisa dest pê kir?
Egerîn motora lêgerînê û yekîneya agahî û înformasyonê ye. Bi taybet ji bo zimanê kurdî hatiye çêkirin. Mirov dikare bibêje Egerîn navenda înterneta kurdî ye. Egerîn di sala 2014 de wek ceribandin derket holê û piştî eleqe û pêdiviyeke mezin di 2015an de wekî şirketa teknolojiyê hat damezrandin. Min wekî xortekî welatparêz xwest ku feydeya min bigihije gelê min. Pêşketina zimanê kompyuterê pêdiviya herî mezin e ji bo zimanê kurdî. Wekî her neteweyî mafê kurdan e ku li Google û lêgerînên mezin ên cîhanê zimanê wan hebûya lê motorên lêgerînê ji 40 milyon kurdan re hebûna zimanê kurdî layiq nedît. Fikra destpêkirina Egerînê ji wê derê hat.
Ji bo zimanê kurdî çi feydeyên wê hene?
Feydeyên wê gelek in. Berî her tiştî bi rêya Egerînê zimanê kurdî dibe zimanê teknolojiyê. Cudahîya Egerînê ya herî mezin ji lêgerînên din ew e ku Egerîn rasterast bi kurdî ye û alfabe û dokyumentên bi kurdî jî nas dike. Zimanê kurdî wekî zimanê din neyekgirtiyê. Ez bawer im em dikarin bi rêya Egerînê vê pirsgirikê çareser bikin û bingeha nûjen û teknolojîk a zimanê kurdî pêk bînin. Egerîn dê bibe cihê hevdîtina kesên kurdîaxiv û zimanê kurdî yê dewlemend di nav zimanê nemir û pêşketî de dê cihê xwe bigire.
Egerîn ji niha ve ketîye nav motorên lêgerînên cîhanê û bi rêya wê yekê zimanê kurdî jî dikeve nav zimanên neteweyên mezin. Xebata me ji bo yekîtiya neteweya kurd pêwîst bû.
https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_search_engines#Geographically_limited_scope
Ji bilî malpera lêgerînê çi sepanên we hene?
Ji bilî lêgerînê sepanên Egerînê yên din jî hene. Wekî Egerîn Nûçe, nûçeyên ku di rojnameyên kurdî de belav bûne kom dike û pêşkêşî bikarhênerên xwe dike. Sepana Egerîn Nûçeyê ji bo amûrên iPhone û Androidê jî heye. Egerîn Ferheng, bi taybetî ji îngilîzî û tirkî werdigerîne kurmancî û soranî. Egerîn TV, hemû kanalên kurdî zindî li ser internetê diweşîne.
Kurd Egerînê çawa dinirxînin?
Gelek bi kêfxweşî pêşwazî dikin û vê kêfxweşî xwe û spasiya xwe bi peyaman ji me re dişînin. Ev jî ji bo berdewankirina karê me moralek mezin e.
Ji bo pêşxistina Egerînê çi xebat hene? Dikare wekî Google mezin bibe?
Ji bo teknojiya nû em di sepan û bernameyên xwe de bikar bînin xebatên me her tim berdewan dike. Li gorî pêdiviyan, her tim di destê me de projeyên nû hene.
Çima wekî Google nebe. Nifşên nû û zarokên kurdan jî di nav de bi amurên teknolojiyê mezin dibe. Bêguman Egerînê dê bibe perçekî jiyana kurdan û di her warî de ji aliyên kurdan ve dê bê bikaranîn.
Di tîma Egerînê de çend kes xebat dikin?
Kesên di tîma Egerînê de xebat dikin çend kes in ku li gorî xebat û karên me hejmara wan kêm û zêde dibin. Ez dixwazim bibêjim ku ez li ser hesaba xwe û bi keda xwe darayiya Egerînê dabîn dikim.
Li ser Egerînê Kurd zêdetir çi digerin?
Li ser Egerînê kurd zêdetir li mûzîk, vîdeo û nûçeyan digerin.
Ji bo zimanê kurdî çi sazî û rêxistinên kurdî alîkariya we dike?
Egerîn di nava xelkê de gelek hatiye naskirin lê mixabin rêxistin û saziyên ti alîkariyê ji kar û xebatê me re nakin.
Heta niha Egerîn gihîştiye çend kesî? Çend kes bi şêweyekî aktîf we dişopîne?
Her çend derfetên me yên reklamkirinê kêm û qels be jî Egerîn roj bi roj mezin dibe. Ji bo em bigihîjin zêdetir bijarhênerî xebatên me li ser malperên civakî berdewam dike.
Kawa Onatli kî ye?
Kawa Onatli di sala 1977an de li bajarê Êlihê ji dayik bûye ew 30 sal in li Swêdê dijî. Onatli li Zanîngeha Umeåyê mastera xwe di beşa aborî de bidawî aniye. Li ser zanistiya kompûterê jî perwerdehiyek berfireh wergirtiye.
Onatli ji bilî karê xwe yê Egerînê ji şîrketan re ji bo afirandina berhem û sepanên kompûterê şêwirmendiyê dike.
Tweets by @Egerin_official
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse