Mem Ararat di doza qedexekirina konsera xwe de bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mem Ararat ragihand ku ew di doza qedexekirina konsera xwe ya li Mêrsînê de bi ser ketiye.

Konsera Mem Ararat a ku biryar bû 27ê Îlona 2022yan li Mêrsînê bihata lidarxistin, ji aliyê Parêzgariya Mêrsînê ve hatibû qedexekirin.

Hunermendê Kurd li dijî vê biryarê doz li Parêzgariya Mêrsînê vekiribû.

Mem Ararat li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û serkeftina xwe ya di dozê de ragihand.

Mem Ararat di daxuyaniya xwe de got:

"Wekî tê zanîn sala 2022yan konsereke me, bêheq û bêsebeb ji hêla Walîtiya Mêrsînê ve hatibû qedexekirin.

Ji bo vê biryara neheq me doz li walîtiyê vekir û me ev doz qezenc jî kir."

Mem Ararat anî ziman ku piştî sansur û qedexeyan vê biryarê moralê wan geş kiriye û spasiya parêzerên xwe kir.

Hunermendê Kurd her wiha hêviya xwe ya ji bo bidawîbûna qedexeyan anî ziman û got:

"Em bi hêvî ne sansur û qedexeya li ser konseran, bi taybetî jî li ser hunera bi Kurdî êdî rabe."

Çi bûbû?

Mem Ararat di daxuyaniya xwe ya sala 2022yan de diyar kiribû ku hemû amadehiyên konserê hatibûn kirin û bilêtên konserê jî hemû hatibûn firotin.

Ararat destnîşan kiribû ku dema ew û tîma xwe nêzîkî Mêrsînê bûne, rayedarên ewlehiyê bi rêya telefonê agahî daye organîzatoran û gotiye ku konser bi biryara walîtiyê hatiye qedexekirin.

Hunermendê Kurd wê demê bal kişandibû ser wê yekê ku konser tenê rojek beriya lidarxistinê hatiye betalkirin.