Hunermendê Kurd di Festîvala Gîtarê ya Sarajevoyê de Xelata Mezin stand
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Cem Şivan Ergul di Festîvala 15emîn a Navneteweyî ya Gîtarê ya Sarajevoyê de Xelata Mezin wergirt.
Festîvala 15emîn a Navneteweyî ya Gîtarê ya Sarajevoyê 16ê Nîsanê dest pê kiribû û beşdar di 7 kategoriyan de ketibûn pêşbirkê.
Di roja dawî ya festîvalê de Cem Şivan Ergul bi yekdengiya juriyê bû xwediyê Xelata Mezin.
Hunermend Cem Şivan Ergul xelata xwe ji destê organîzatorê festîvalê Dani Sehu û Serokê Juriyê Hubert Kappel wergirt.
Performansa Cem Şivan Ergul
Cem Şivanê ku di warê gîtara klasîk de serkeftinên gerdûnî bi dest dixe, di fînala festîvalê de berhemên Johann Sebastian Bach, M.C. Tedesco, M. Ponce û Hans Haug jenandin.
Çavê derdorên muzîkê li ser vê festîvalê bû û ji bo hunermendê Kurd eleqeyeke xurt hebû.
Cem Şivan Ergul sala 2001ê ji dayîk bûye.
Wî sala 2024an li Konservatuara Şahanî ya Holendayê xwendina xwe ya lîsansê temam kir.
Ew niha li Awisturyayê li Zanîngeha Anton Brucknerê li gel mamosteyê xwe Campbell Diamond xebatên xwe yên akademîk û muzîkê didomîne.