Abdullah Keskîn ji ber parvekirinên xwe îfade da

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanger û xwediyê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Vatanê ya li Stenbolê îfade da.

Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ew ji ber parvekirinên xwe bi tohmeta “cudaxwazî û propagandaya terorê” hatiye tawanbarkirin.

Wî destnîşan kir ku piraniya parvekirinên wî yên ku bûne mijara lêpirsînê ne li ser Tirkiyeyê bûne.

Abdullah Keskîn anî ziman ku parvekirinên wî di çarçoveya azadiya ramanê de ne û di wan parvekirinan de ti “tawan” an jî propagandaya rêxistinê nînin.

Pirsgirêka wergera Kurdî

Weşangerê Kurd bal kişand ser wergerên ji Kurdî yên ku di dosyeya lêpirsînê de cih girtine.

Keskîn eşkere kir ku wergerên ji Kurdî hatine kirin "kêm û xirab" bûn.

Abdullah Keskîn li ser vê mijarê got:

"Tevî ku ev ziman li hinek zanîngehan tê xwendin û saziyên dewletê pirtûkên Kurdî çap dikin jî diyar e ku dê wekî zimanekî 'nenaskirî' bimîne.

Em neçar dimînin ku tiştên nivîsandine wergerînin û ji wan re bibêjin ku me çi xwestiye bibêjin."

"Pêşdaraziya li hemberî Kurdî"

Abdullah Keskîn ev nêzîkatî wekî "pêşdaraziyeke eşkere ya li hemberî zimanê Kurdî" pênase kir.

Wî pirsî ku Tirkiye dê heta kengî her tiştê li ser Kurd û Kurdistanê di paranteza "cudaxwazî û terorê" de bihêle.

Keskîn destnîşan kir ku eşkerekirina ramanan û xwedîlêderketina li paşerojê bi rêyên zextê û cezayan nayê astengkirin.