Li Amedê şahiya şanoyê: Ji 19 welatan 22 kom beşdar in

Amed (Rûdaw) - Festîvala 11emîn a Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê bi dirûşma "Ji bo Aştiyê Diyalog" û bi merasîmeke taybet dest pê kir.

Merasîma vekirinê li Muzexaneya Bajêr a Qesra Cemîl Paşayê hat lidarxistin.

Hunermend, şanoger û gelek mêvan bi cil û bergên xwe yên Kurdan beşdarî merasîmê bûn û peyamên aştiyê dan.

Ji 19 welatan 22 komên şanoyê

Festîval bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şanoya Bajêr a Amedê û Enstîtuya Şanoyê ya Cîhanê (ITI) tê lidarxistin.

Di festîvalê de ji 19 welatan 22 komên şanoyê dê lîstikên xwe nîşan bidin.

Festîval dê 10 rojan heta 2yê Gulanê bidome.

Şanoyên Kurdî û binnivîs

Di çarçoveya festîvalê de 2 komên şanoyê ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê beşdar bûne û bi giştî dê 3 şanoyên Kurdî werin pêşandan.

Şanoyên biyanî jî dê bi binnivîsên Kurdî, Tirkî û Îngilîzî werin pêşandan.

"Şanoya Kurdî xwedî mîsyon e"

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê di merasîmê de axivî û got:

“Şanoya Kurdî bi tecrube ye, xwedî rol û mîsyon e. Îro careke din dê ew rol û mîsyon li vir were avakirin.”

Lîstika Santîmetreyê û peyama aştiyê

Komeke şanogeran ji Merîwan û Çemçemalê bi hevkariyê lîstika bi navê “Santîmetre” amade kiriye û beşdarî festîvalê bûye.

Derhênerê şanoya Santîmetreyê Soran Huseyîn da zanîn ku ew ji bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û axaftina xwe wisa domand:

“Şanoya Santîmetreyê şanoyeke li ser Enfalê ye. Bi taybetî li ser enfalkirina Çemçemalê ye.

Karekî niştimanî ye. Li ser hest û soza aştiyê ye û peyameke neteweyî ye ji bo cîhanê.

Me hewl da wê peyamê bigihînin festîvalê ku taybetmendiyeke me Kurdan heye, ew jî em miletekî aştîxwaz in.”

Lîstika Santîmetreyê şanoyeke kolanan e û ew dê 25ê Nîsanê li Parka Ben û Senê bi Soranî were pêşandan.

Şanoger Fatîh Babakerîm jî jî got, “Şanoya Santîmetreyê behsa hezkirin û jiyanê dike.

Bi heman şêweyî behsa biratî, aştî û pêkvejiyana gelan dike.”

"Hemû cih mala me ye"

Serokê Komeleya Hunerên Ciwanan a Çemçemalê Feysal Adil Yargar li ser rewşa cîhanê û herêmê got:

“Niha hûn jî dibînin li hemû cîhanê nexweşiyek heye. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ev rewşa ku em naxwazin bandor li ser hemû jiyanê kiriye.

Yek peyama me wekî hemû hunermendên cîhanê heye, ew jî peyama aştiyê ye.”

Şanoger Saman Ezîz jî kêfxweşiya xwe anî zimên û got:

“Hemû cih mala me ye. Em ji Başûr û Rojhilatê hatine û li Bakurê Kurdistanê pêşandana xwe dikin.

Ez kêfxweş im ku şanoya Santîmetreyê karekî ciwan ê hunerî ye.”

Di festîvala ku dê 10 rojan bidome de li gel pêşandana şanoyan, dê panel, semîner û bernameyên gotûbêjê jî werin lidarxistin.