Arşîvkarê Nisêbînî 54 salên emrê xwe da komkirina stranên Kurdî
Amed (Rûdaw) - Berekat Ozmenê 82 salî ku ji Nisêbîna Mêrdînê ye û bi eslê xwe endezyarê avahîsaziyê ye, jiyana xwe ji bo parastina çanda Kurdan terxan kiriye.
Ozmen 54 sal in bi berdewamî kilam û stranên Kurdî arşîv dike.
Ozmen ji bo dewlemendkirina arşîva xwe, serdana dehan bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiriye.
Her wiha ji bo bidestxistina berhemên dengbêj û hunermendan, gelek caran sînor derbas kirine.
Dengê Mihemed Şêxo bû destpêka rêwîtiyê
Karê Ozmen ê serekî endezyarî ye lê sala 1972yan dema ku straneke Mihemed Şêxo dibihîze, jiyana wî diguhere. Apê Berekat wilo behsa wan rojan dike:
“Wê çaxê li gundan elektrîk tune bû. Kurapê min radyoyek kirîbû ku bi anot û katotan dixebitî.
Me guhdariya Radyoya Rewanê û Radyoya Bexdayê dikir. Sala 1972yan kaseteke Mihemed Şêxo ji Sûriyeyê ji min re hat.
Kêfa min gelekî ji dengê wî re hat û piştî wê min dest bi komkirina kasetan kir.”
Ozmen pêşî kasetên Mihemed Şêxo û Mihemed Arif Cizîrî berhev dike û paşê vê xebata xwe ji bo hemû hunermendên Kurd berfireh dike.
28 caran çûye Îraq û Sûriyeyê
Meraqa Berekat Ozmen a li ser muzîka Kurdî, ew xistiye ser rê û dirbên dûr.
Bereket ji bo ku stranên Kurdî winda nebin, bajar bi bajar û welat bi welat geriyaye.
Ozmen diyar kir ku wî ji bo vê arşîvê gelek mesref kiriye û got:
“Ez 28 caran çûme Îraq û Sûriyeyê. Her carê min bi dehan kaset bi xwe re tanîn.
Hema bêje dengê her kesî di arşîva min de heye.
Niha 3 har dîskên min hene ku bi giştî 3 hezar gîgabayt in. Her gîgabaytek 15 saet stran û kilam in, êdî tu hesabê wê bike.”
“Hevjîna min digot ev çop in”
Ozmen bi ken behsa bertekên hevjîna xwe ya rehmetî jî dike. Hevjîna wî ji ber qerebalixiya kaset û alavên arşîvê aciz dibû.
Ozmen wiha li pey çû: “Hevjîna min digot ‘te mal kiriye çopxane.’
Digot ‘heke tu bimrî ez ê van hemûyan ji şibakê bavêjim.’ Min jî jê re digot ‘piştî mirina min tu çi dikî bike.’
Ez ji vî karî gelekî zewqê distînim û ev kar emrê min jî dirêj dike.”
Berekat Ozmen niha hemû berhemên xwe di sîstemeke dîjîtal de diparêze.
Ew dixwaze piştî mirina xwe, vê xezîneya giranbiha bibexşîne saziyeke çandî ya Kurdî da ku wekî mîrateyekê ji bo paşerojê bimîne.