Hewlêr (Rûdaw)- Hunermendê kurd Necmedîn Xulamî sirûdek li ser serketina Kobanî û qewitandina DAIŞê amade kir.
Xulamî ji Rûdawê re got: “Di dema borî de gellek sirûd li ser pêşmerge, Şingal û Kobanî hatin gotin. Lê mixabin hinek ji wan tenê bo çavlêkirinê bûn. Beşek ji kesên ku sirûd digotin jî dengê wan ne baş bû, çimkî her dengek bi kêrî gotina sirûdan nayê.”
Xulamî Cotmeha par sirûdek bi navê Kobanî tomar kir, lê wê çaxê belav nekir: “Wê çaxê ji ber nebûna demê û karkirina li ser projeyên din, min nikarîbû wê sirûdê belav bikim. Lê niha amade ye û dê di demeke nêzîk de bê belavkirin.”
Necmedîn Xulamî ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Niha li derve dijî û temenê wî 57 sal e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse