Çîmen Cemîl klîpa ''Esmerê Canê'' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê, Çîmen Cemîl berhema xwe ya herî nû ya bi navê ''Esmerê Canê'' belav kir.

Ev berhema hunermend Çîmen Cemîl, bi tekst û awaza xwe ya hunermendê nemir Adilê Hiznî ye, û wî hunermendî ew stran nû kiriye.

Karê mîksê û masterîngê li studyoya Firas Huseyîn hatine kirin û hunermend Elî Şakir weke jenyarê sazê têde beşdar bûye. 

Kilîpa stranê, ji derhêneriya Hogir Hadî ye, her weha derhêner Mîqdad Îsiyanî di derhênanê de beşdar bûye.

Ev berhema nû di kanala taybet a Çîmen Cemîl de, li ser platforma YouTube hatiye weşandin.

Çîmen Cemîl ku niştecîhê Almanyayê ye, di demên dawiyê de, kilîpeke din bi navê “Haho” weşandibû, ku bi heman şêweyî berhema hunermendê nemir Adilê Hiznî bû.