Albuma Mehmet Akbaş balê dikişîne: ‘Welatê Min’

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê dengxweş Mehmet Akbaş albuma xwe ya nû ya bi navê "Welatê Min" derxist.

Mehmet Akbaşê ku bi salan e li welêt û li derveyî welêt xizmeta hunera Kurdî dike, di pêşgotina albuma xwe ya bi navê "Welatê Min" de gotiye:

“Ez ne tenê dengê xwe, dengê mirovên ku hatine bêdengkirin, zimanê wan hatiye jibîrkirin û nayên dîtin jî bilind dikim.”

Mehmet Akbaş albuma xwe ya bi navê "Welatê Min" bi alîkariya Orkestraya Flarmoniyê ya Kolnê li Almanyayê derxist û bingeha wê ya muzîkê gelekî bihêz e.

Akbaş li navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ji dayîk bûye, niha li Almanyayê dijî û tenê nabêje dipêje jî, ango di heman demê de strannivîs û bestekar e jî.

Hunermendê Kurd ji sala 1998an ve di qada muzîka Kurdî de dixebite.

Wî heta niha gelek album, stran û konser pêşkêş kirine û ji bilî Kurdan, guhdarên wî yên Ewropî jî hene.

Erdem Altinses produktorîya albumê kiriye.

Mehmet Akbaş kî ye?

Mehmet Akbaş, stranbêj, strannivîs û bestekar 1ê Nîsana 1974an li navçeya Pîranê ya Amedê, wekî zarokê dayîkekê ku li gorî pênaseya wî bi xwe, ji nifşê dawî yê kevneşopiya “jinên şînbêj” bû, ji dayîk bûye.

Akbaş sala 1998an di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) de bi koma bi navê Vengê Sodirî ku muzîka zaraveyê Kirmanckî dikir, dest bi jiyana xwe ya muzîkê ya profesyonel kir.

Akbaş, di albuma koma Vengê Sodirî ya bi navê Wayîr ku sala 2001ê derket, wekî solîst, berhevkar û bestekar cih girt û di heman salê de li dibistana muzîkê ya bi navê Akademî Îstanbulê di beşa Şana Rojava de bi bursê hat qebûlkirin.

Hunermendê ku di dema perwerdeya xwe ya muzîkê de xebatên komê jî didomandin sala 2003yan di çarçoveya Projeya Akademî Îstanbulê ya bi navê Rê û Rawestgeh de wekî Vengê Sodirî bi Mercan Dede re derket ser heman dikê.

Di heman salê de di çarçoveya projeya Bêje de jî bi koma xwe re li Şanoya Vekirî ya Harbiyeyê û di 2yemîn Hevdîtina Navneteweyî ya Beyogluyê de derket ser dikê.

Hunermend sala 2004an di çarçoveya Elektronik Zaza Project a ku wî pêşengiya wê dikir de, bi yek ji hunermendên pêşeng ên muzîka elektronîk a Tirkiyeyê Erdem Helvacioglu re xebitî û bi vê projeyê hem li welêt hem jî li derveyî welêt di gelek festîvalan de derket pêşberî guhdarên xwe.

Akbaşê ku ji sala 2005an ve li bajarê Kolnê yê Almanyayê dijî, xebatên xwe yên muzîkê li wir jî domandin.

Projeya wî ya Aryayên Mezopotamyayê ku sala 2008an dest pê kir û li ser bingeha vokalê bû, bi enstrumanên Rojava û her wiha yên Rojhilat hatibû dewlemendkirin û ji hevgirtina şêwazên vokalê yên opera, kevneşopî û ceribandinê pêk dihat, li gelek bajaran konser dan.

Akbaş di albumên xwe de bi giranî bi zaravayê Kirmanckî, her wiha bi Kurmancî û Soranî jî stranan distrê.

Akbaş di albumên xwe de cih dide berhemên Farisî/Derî, Erebî, Ermenî û Tirkî jî.

Mehmet Akbaş di nava wan hunermendan de cih digire ku bi şirove û rengê xwe yê taybet, pêşengiyê ji bidestxistina aliyekî gerdûnî ji bo muzîka Kurdî re dike.