Serdar Canan dîsa li Japonyayê ye: ‘Ez dê 5 konseran bidim’
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Serdar Cananê ku ji bo turneyeke konseran li Japonyayê ye, strana navdar a Colemêrgê "Geliyê Qewalê Kûr e" bi muzîkjenên Japon dide gotin.
Hunermend Serdar Canan diyar kir ku ew dê li Japonyayê 5 konseran bide û ew dixwaze bi rêya hunera xwe piştgiriyê bide Kurdên ku li wî welatî rastî nijadperestiyê tên.
"Muzîkjenên Japon heyranê strana Colemêrgê man"
Serdar Canan ev du hefte ne ji bo amadekariya konseran li Japonyayê ye.
Di provayên ku ew li gel tîmeke muzîkjenên Japon li dar dixe de, strana folklorîk a Kurdî ya ji herêma Colemêrgê "Geliyê Qewalê Kûr e" derdikeve pêş.
Serdar Canan da zanîn ku muzîkjenên Japon bi xwe daxwaz kiriye ku vê stranê di konseran de lê bidin.
Hunermend Serdar Canan bû mêvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser projeyên wî yên li Japonyayê bersivandin.
Serdar Canan ji Rûdawê re got:
"Geliyê Qewalê gelekî zêde ji aliyê hevalên min ên stranbêjên Japon ve hat xwestin.
Me çend roj berê li Tokyoyê prova kir û wan bi xwe xwest em vê stranê têxin nav bernameya xwe."
"Ez dê 5 konseran li dar bixim"
Serdar Canan ku ev cara 5emîn e diçe serdana Japonyayê ragihand ku ew dê îsal 5 konseran li dar bixe û anî ziman:
"Konsera me ya yekem îro li bajarê Yamagatayê, li bakurê Japonyayê ye.
Em dê li bajarên din jî derkevin ser dikê.
Konserek jî dê 28ê Îlonê li bajarê Saitamayê be ku gelek Kurd lê dijîn û ew konser dê taybet be ji bo wan."
"Banga piştgiriyê ji bo Kurdên li Japonyayê"
Hunermendê Kurd bal kişand ser rewşa zehmet a Kurdên li Japonyayê û anî ziman ku ew rastî zext û nijadperestiyê tên.
Serdar Canan li ser rewşa Kurdan û nijadperestiya ku ew dijîn anî ziman:
"Mixabin ev 2 sal in rewşa Kurdên me yên li Japonyayê ne baş e û ji aliyê nijadperestên Japon ve zexteke mezin li ser wan heye.
Dixwazin wan ji vir derxin û dersînor bikin."
Canan diyar kir ku temaşevanên wî bi piranî Japon in û ew di her konsera xwe de behsa rewşa Kurdan dike da ku piştgiriyê ji wan re kom bike.
Serdar Canan bangî hemû Kurd û Japonan kir ku "li hemberî nijadperestiyê bisekinin û piştgiriya Kurdên li Japonyayê bikin".