Hewlêr (Rûdaw)- Mêvan Salih Amêdî yek ji beşdarên programa The Voice bû ya ku li televizyona MBC tê pêşkêkirin.
Mêvan ku li bajarê Duhokê dijî, piştî ku 3 qonaxên programê derbas kirin, roja şemiyê di qonaxên zindî yên programê de nikarî serbikeve û xatirê xwe ji programê xwest.
Mêvan ku kurê hunermendê navdar Salih Amêdî ye di qonaxên zindî de straneke kurdî jî got, lê wî nikarî dengên pêwsît ên xelêk bi dest bîne ji bo ku bo qonaxên pêş serbikeve.
Mêvan Salih tevlî programa Saet 8 a Rûdawê bû û derbarê ezmûna xwe di wê programê de û herwiha sedema derketina ji programê de axifî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse