ENQERE - Serdar Canan dê dilsotên muzîka Kurdî li hev bicivîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serdar Cananê ku van demên dawî bi taybetî bi strana xwe ya "Şekir Axa" gelekî deng vedaye li Enqereya paytexta Tirkiyeyê konserekê dide.

Konsera hunermend Serdar Canan dê roja şemiyê li Salona Çandê ya Yaşar Kemal were lidarxistin.

Hunermend dê di konserê de stranên xwe yên wekî "Behar e Bilbil", "Şerfedîn", "Baran Baran e", "Gulnîşan", "Sînem" û "Şekir Axa" bistirê.

Ji bo konsera Serdar Canan a li Enqereyê hemû amadehî hatine kirin.

Tê pêşbînîkirin ku konser bibe yek ji organîzasyonên herî bi coş û qelebalix ên demên dawî.

Bilêtên konserê li ser platforma dijîtal a bi navê "biletinial" tên peydakirin.

Her wiha kesên ku bixwazin dikarin li ber deriyê salona konserê jî bilêtên xwe bikirin.

Serdar Canan kî ye?

Serdar Canan sala 1986an li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê li gundê Befircanê ji dayîk bûye.

Wî li Zanîngeha Mîmar Sînanê lîsans û mastera xwe qedandiye.

Canan teza xwe ya masterê li ser "Reqsên Gelêrî yên Gerdîşî li Colemêrg û Derdora Wê û Taybetmendiyên Wan ên Muzîkê" pêşkêş kiriye.

Wî li gelek bajaran xebatên li ser berhevkirina dengbêjiyê bi rê ve birine.

Hunermend sala 2019an wekî lîstikvan tevlî projeya operaya Îtalî ya bi navê "Tosca"yê bû û li wir bi navê "Sagrestano/Zangoç" cih girt.

Canan sala 2022yan ji bo projeya "Welat" a Zanîngeha Kyotoyê ya Japonyayê li gel rojnameger Îrfan Aktan 4 mehan lêkolînên qadê kirin.

Wî di heman demê de li 8 zanîngehên cuda yên Japonê konferans û konser pêk anîne û bi konsera xwe ya herî dawî ya li Tokyoyê bi giştî 4 caran li Japonyayê derketiye ser dikê.

Serdar Canan her wiha li çend saziyên çandî dersên nefes û dîksiyona Kurdî dane.

Hunermendê Kurd niha jî li ser muzîka Kurdî lêkolîn û berhevkariyan didomîne.