Ferhenga kurdî ya SZTê derxistibû rastî eleqeyek mezin tê

 

Amed (Rûdaw) - Ferhenga Kurdî ya ku ji aliyê Saziya Zimanê Tirkî (LZT) ya Tirkiyê ve hatibû derxistin, di pêncemîn pêşangeha pirtûkan a Amedê de tê firotin û eleqeyeke mezin dibîne.

Di Ferhenga Kurdî-Tirkî/Tirkî-Kurdî ya ku li pêncemîn pêşangeha pirtûkan a TUYAPê ya Amedê de tê firotin, di beşa tirkî û kurdî de 12 hezar, di beşa kurdî û tirkî de jî 13 hezarî zêdetir pevy û bend hene.

Ferheng di pêşangehê de di standa SZTê de tê firotin. Berpirsiyarê Firotinê yê Standa SZTê Ahmet Akdemir destnîşan kir ku Ferhenga Kurdî eleqeyeke mezin dibîne.

Akdemir wiha got: "Ji ber ferhenga kurdî û tirkî stand eleqeyeke mezin dibîne. Welatî hestiyar dibin û kitêbê maçî dikin, dema ku ez dibînim ez jî hestiyar dibim. Destnîşan dikin ku ev ferheng taybet e. Nirxa ferhengê 12 lîre ye. Lê ji ber pêşangehê ji sedî 50 erzanî heye. Me nêzîkî 600 kit ferheng anîn pêşangehê, ji nîvî zêdetir hatin firotin. Li gor texmîna min heta dawiya pêşangehê dê hemû bên firotin."

Nûrî Erkalê ku li standa SZTê li kitêban mêze dikir destnîşan kir ku ji ber derketina vê ferhengê kêfxweş e.

Erkal wiha got: "Xwezî perwerdeya bi kurdî heba û em zimanê xwe hîn bibin. Heke tirkî û kurdî bên asta hev dê aştî û bextewarî pêk were."