Mahsun Kirmizigul bo Erdogan: Em li te naborin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “bila kes qusurê nenêrê, em rê nadin kes riheta welatiyan têk bide û nabe piştî demjimêr 12 şevê muzîk bê lêxistin” rexneyên Hunermendan zêde bû û beşek ji hunermendan daxwaza destpêkirina xwepêşandanan kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dawî li beşek ji qedexekirinên taybet ên bi rêkarên Coronayê anî, lê got ev yek stran û muzîkê li xwe nagire. Vê yekê jî rexneya gelek siyasetmedar û hunermendan li pey xwe anî.

Erdogan gotibû: “Em 1ê Tîrmehê qedexeya hatinûçûnê bi temamî radikin. Ahengên muzîkê jî piştî 12ê şevê qedexe ye. Bila li me biborin, mafê tu kesê nîne ku bi şev kesên din aciz bike.”

Li ser vê mijarê

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu got ku, Erdogan bi gendelêyê aciz nabe lê bi muzîkê aciz dibe.

Kilicdaroglu hevdem hunermend handan û got: “Divê êdî hûn bêne meydanê û dengê xwe bilind bikin, ne ku bitirsin û bedeng bin.”

Serokê CHPê Kemal Kilicdaroglu wiha axivî: “Erdogan bi muzîkê aciz bûye, baş e te kesên wesa hene ku 2 mûçeyan distînin tu bi wê yekê aciz nabî? Lê muzîk te aciz dike, em jî vê yekê qebûl nake, ji talankirina dewletê aciz nabe ji wan siyasetvanan aciz nabe ku her meh 10 hezar dolaran distînin, lê bi muzîkê aciz dibe.”

Di 3 salên derbasbûyî de li bajarên cuda yên Tirkiyê xwekuştinên ji ber sedema hejariyê dibû rojev. Beşek ji wan ên ku xwe dikuştin hunermend bûn. Bi vê gotina Erdogan mijara xwekuştina hunermendan careke din bûye rojev. 

Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan jî got: “Çi pirsgirêka we bi hunermendan re heye? Bandora herî zêde ya coronayê li ser wan bû, we destê wan negirt.  Gelo we qet derdê wan çare kir? Çend ji wan dest avêtin jiyana xwe û xe kuştin.”

Ji xeynî siyasetmedaran dengê nerazîbûna hunermendan jî bilind bûye, hunermendan li ji hashtagên “Em li te naborin” li Twiterê rexneyên tund li Erdogan digirin.

Hunermend Mahsun Kirmizgul ku niha bi sînemayê mijûl e, di tiwêtekê de hunermendan han dide ku li beramber vê qedexeyê bêdeng nebin. 

Kirmizgul bi twetekê bersiva Erdogan da ku li ser nivîsiye: “Nabe li ser bingeha nerîna partiyekê stran bêne qedexekirin, dest ji lîstina bi jiyana hunermendan berdin, ez piştevaniya wan hunermendên xwedî şeref dikin ku nikarin debara jiyana xwe bikin û dawî li jiyana xwe anîne.”

Berî niha jî hunermendan bi awayên cuda nerazîbûna xwe nîşandabûn, vê carê jî heya ku hunermendên diyar û navdar dikevin rêza kesên nerazî û rexneyan li hikûmetê digirn.

Niha çav li ser 1ê Tîrmehê ne û daxwazê ji hikûmetê dikin ku ji vê biryarê poşman bibe.