WAN - Bi pêşengiya Dengbêj Kazo dîwana dengbêjan hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê li Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê, bi beşdariya dengbêj, nivîskar û melayan dîwana dengbêjan hat lidarxistin.

Dengbêjê navdar Kazo bi kilamên xwe civat şên kir.

Li Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê ya li Wanê dengbêj û hezkiriyên çanda Kurdî civiyan.

Dengbêj Kazo di dîwanê de bi mêvanan re serpêhatiyên xwe jî parve kirin û wî bi kilamên xwe yên klasîk mêvan birin serdemên berê.

"Hevalê min Îsmaîl dengbêjekî delal e"

Dengbêj Kazo spasiya Komeleya Sîpanê kir û li ser dengbêjên ciwan jî axivî û got:

“Em îro li Wanê li Komeleya Sîpanê ne. Endamên wê mela û hunermend in û ya me hemûyan e.

Hevalê min Îsmaîl Seylan bi rastî dengbêjekî gelekî delal e. Bi qaîde û meqam dibêje.”

"Min bandên Kazo guhdarî dikir"

Di civatê de dengbêjên ciwan jî amade bûn û wan jî kilam gotin.

Yek ji wan dengbêjan Îsmaîl Seylan bû ku behsa bandora Kazo ya li ser xwe kir û got:

“Ez 12-13 salî bûm, min banda mamoste Kazo xist teyîbê û deriyê odeyê girt.

Min ew band sê caran ji serî heta dawiyê zivirand û guhê xwe da kilamên wî. Min gelekî ji deng û şêwaza wî hez dikir.”

"Em bûrsê didin xwendekarên beşa Kurdî"

Yek ji armancên sereke yên Komeleya Sîpanê parastin û pêşxistina zimanê Kurdî ye.

Komele ji bo zarok û mezinan kursên zimanê Kurdî li dar dixe û piştgiriyê dide xwendekarên beşa zimanê Kurdî.

Serokê Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê Omer Şaybak li ser xebatên xwe got:

“Niyeta me ew e ku em îsal bûrsê bidin 10 xwendekarên beşa Kurdî yên zanîngehan.

Me par jî da û bi îzna Xwedê em dê îsal jî bidin. Her wiha kesên ku dixwazin fêrî zimanê xwe bibin tên ba me û em li vir dersên Kurdî didin wan.”

Komeleya Perwerde û Çandê ya Sîpanê sala 2024an hatiye avakirin û ji bilî xebatên çand û ziman, xebatên ekolojiyê jî dike.

Komele ji aliyê rewşenbîr, nivîskar û welatiyan ve timî tê ziyaretkirin.