Şêwekarê Kurd Hakan Yaşar bi tabloyên xwe li Pêşangeha ArtConceptê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwekarê navdar ê Kurd Hakan Yaşar, piştî xebateke bêrewastan, berhemên xwe ji bo Pêşangeha Hunera Hemdem a ArtConceptê ya Edeneyê amade kirin.

Tabloyên Hakan Yaşar dê li standa D7ê ya salona pêşangehê li benda hunerhezan bin.

Pêşangeh îro ji bo mêvanên taybet vedibe

ArtConcept Edene îro bi awayekî VIP ji bo mêvanên taybet tê vekirin û şêwekarê Kurd dê berhemên xwe yên herî bijarte pêşkêş bike.

Pêşangeh sibe  bi awayekî giştî deriyên xwe ji hemû hunerhezan re vedike.

Pêşangeh dê heta 28ê mehê vekirî be

Pêşangeha ArtConcept li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Tuyapê ya Edeneyê tê lidarxistin û heta 28ê mehê dê berdewam bike.

Hunerhez dikarin rojane di navbera saet 10:00 û 20:00an de pêşangehê ziyaret bikin.

Hakan Yaşar ji Kurdên Konyayê ye û li Norwecê dijî.

Demeke dirêj aşpêjî kiriye lê xewn û xeyala wî her şêwekarî bûye.