Di nav 40 weşanxaneyên Kurdî de tenê yek a zarokan e
Amed (Rûdaw) - Nêzîkî 40 weşanxaneyên Kurdî hene lê tenê yek ji wan bi taybetî ji bo zarokan pirtûkan çap dike ku ew jî “Weşanxaneya Morî Zarok” e.
Standa Morî Zarokê li Fuara Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyeke mezin tê û malbatên Kurd ji bo zarokên xwe berhemên Kurdî dikirin.
Li standa Morî Zarokê, ji bo zarokên ji 3 heta 18 salî ji çîrok û helbestan bigire heta bi pirtûkên xêzkirinê û perwerdeyê, berhemên curbicur bala dê û bavan dikişînin.
Welat Demîrbaş got:
"Ez dixwazim zarokên min zimanê xwe bielimin, eslê xwe ji bîr nekin, ji bo wî pirtûkên Kurdî distînim."
Sena Demîrbaş wiha axivî:
"Ez Tirk im, hevjînê min Kurd e, ji Amedê ye. Em dixwazin zarokên me hem bi Tirkî hem jî bi Kurdî zanibin. Me stand dît, em hatin, me çend kitêbên bi Kurdî ecibandin û me ew kirîn."
Mihemed Emîn Gumuş biland:
"Em dinêrin bi zimanê Kurdî pirtûk pir in lê kêmasiyeke me heye ku em li malê bi zarokên xwe re Kurdî naaxivin. Ev kêmasiyeke pir mezin e."
Serkan Dundar anî zimên:
"Divê em alîkariyê bidin weşanxaneyan, em pirtûkan bistînin. Bila ew jî pirtûkan nas bikin, zimanê xwe nas bikin."
Siltan Kartal wisa peyivî:
"Hebûna van pirtûkan muhîm e. Lewra nahêle zimanê me winda bibe. Ji xwe dewama me zarok in, di destê zarokan de be winda nabe."
Zeynep Aslan wilo şitexilî:
"Em ê pêk bînin ku zarokên me hem Kurmancî hem jî Zazakî hîn bibin. Em li malê piranî bi zimanê dayîkê diaxivin."
Şoreş Aslan bi vî rengî qise kir:
"Bila zarokên me hem bi Kurmancî, hem jî bi Zazakî biaxivin. Derdê me ew e."
Weşanxaneya Morî Zarokê ev neh sal in ku di nav 40 weşanxaneyên Kurdî de wekî yekane weşanxaneya ku bi giştî çapa pirtûkên zarokan dike, karê xwe didomîne.
Bi keda van neh salan, kuliyateke berfireh a edebiyata zarokan a Kurdî derketiye holê.
“Morî wekî dibistanekê dixebite”
Xwediyê Weşanxaneya Morî Zarokê Mem Bawer ji Rûdawê re got:
"Weşangeriya me li ser Kurmancî û Zazakî ye. Bi rastî Morî wekî atolyeyekê, wekî dibistanekê dixebite.
Malbat hene tên, tevî ku zarokê wan hîn jî nehatiye dinyayê jî ji bo wî li pirtûkan dinêrin. Yan jî malbat hene tên vir û bi Kurdî bi zarokên xwe re diaxivin, ev yek dilê me xweş dike."
Ji bilî Morî Zarokê hinek weşanxaneyên din ên Kurdî jî her çi qasî bi awayekî sînordar be jî ji bo zarok û nûciwanan pirtûkan çap dikin da ku Kurdî di temenê biçûk de bikeve jiyana zarokên Kurd.
"Weşangeriya zarokan pir girîng e”
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Silêman Çevîk bi van gotinan bal kişand ser girîngiya weşangeriya ji bo zarokan:
"Weşangeriya zarokan pir girîng e. Lewra em dê sibê herin, zarok dê bimînin.
Zarok pêşeroja me ne. Zarok nifşê me didomînin. Heke zarok ziman û çanda xwe zanibin, ew zarok dê bi zimanê xwe bijîn."
Weşanxaneyên ku ji bo zarokan berheman çap dikin, bi yekdengî bang li malbatên Kurd dikin ku xwedî li pirtûkên zarokan derkevin, da ku edebiyata zarokan a Kurdî bi pêş bikeve û bigihe standardên cîhanî.
Fuara Pirtûkan a Amedê 18ê mehê dest pê kir û bi giştî 205 weşanxaneyên Kurdî û Tirkî beşdar in.
Fuar dê heta 26ê vê mehê vekirî be û heta roja dawî dê zêdetirî 300 çalakiyên wekî panel, rojên îmzeyê û gotûbêjan bên lidarxistin.