Nazdar wêneyê hevjînê xwe belav kir

Hewlêr (Rûdaw)- Hunermenda kurd Nazdar bo cara yekê li ser malera xwe ya Instagramê wêneyekê hevjînê xwe belav kir û cejna jidayikbûna wê pîroz kir.

Ev demek e ku nûçeya zewaca Nazdar û hunermend Rabîn dihat belavkirin, lê wê hunermendê ti carî ev yek piştrast nedikir.




Beriya çend rojan Nazdar cejna jidayîkbûna Rabîn bû, wê hunermendê li ser malpera xwe ya taybet pîrozbahî lê kir û di bin wêneyê wî nivîsand: “Cenja jidayîkbûna te pîroz be ey yarê min, ey hevjînê xwenên min.”




Rabîn hunermendekî xort e û ji bajarê Dihokê ye, ev çend sal e ku bi Nazdar re zewicî ye.

Rabîn jî roja jidayîkbûna Nazdar pîroz kiriye û jê re nivîsandiye: “Ez nizanim vê rojê li te pîroz bikim yan jî li xwe, ji ber ku ti ez im û ez ti me.”