Nûbiharê 'Mizgîna Azadiyê' ya Seydayê Gurdilî weşand

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 5 salan ji koça dawî ya helbestvan, siyasetmedar û kedkarê doza neteweyî Seydayê Mele Îmadeddîn Yetîz (Gurdilî), berhema wî ya duyem bi navê "Mizgîna Azadiyê" ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve li Stenbolê hat weşandin û gihîşt ber destê xwendevanên Kurd.

 “Mizgîna Azadiyê”, dîwana duyem a Seydayê Gurdilî ye.

Ev berhema ku ji 152 rûpelan pêk tê, bi edîtoriya Huseyn Zana îsal wekî çapa yekemîn derketiye.

Ev dîwana nû berdewamiya wê qêrîna neteweyî ye ku Seyda di her malika xwe de hûnandiye.

Gurdilî helbestvanê xweza û doza Kurdistanê ye

Helbestên Seyda Gurdilî deryayeke fireh in ku tê de evîn, xweza, êş û têkoşîna Kurdistanê tev li hev dibin.

Gurdilî bi taybetî li ser rêberê Kurd Barzaniyê Nemir helbestên payebilind nivîsandine.

Hestên wî yên neteweyî di salên 1950î de, dema ku li medreseyê feqî bû, bi bandora helbestên Cegerxwîn şîn bûn.

Wî bi xwe digot, "Şevekê feqiyekî Şehnama Şehîdan a Cegerxwîn da min, her roj min ew nexwenda sebra min nedihat."

Seydayê Gurdilî ku her tim bi şaşika sor di kuçe û kolanên Êlihê û derdora wê de digeriya, di helbestên xwe de xwe şopgerê Ehmedê Xanî û Seydayê Tîrêj didît û bi wezn û qafiyeyên klasîk, li ser babetên mîna doza neteweyî, şîna şehîdan, karesatên ku hatine serê miletê Kurd û navdarên mîna Qazî Mihemed, Şêx Seîd û Leyla Qasim helbest nivîsandine. Helbesta wî ya bi navê “Qehremanê Esra Bîstan Mistefa Barzanî Tu” di nav gel û ciwanên Kurd de wekî sirûdekê hatibû jiberkirin û li her dera Kurdistanê belav bûbû.

Banga Yekîtî bo Azadiyê

Dîwana yekem a Seydayê Gurdilî bi navê "Banga Yekîtî bo Azadî" di sala 2012an de dîsa ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê ve li Stenbolê hatibû çapkirin.

Ev dîwana ku ji 240 rûpelan pêk dihat, dîroka wê digihîşt beriya 50 salan.

Helbesta yekem a Seydayê Gurdilî di sala 1958an de li ser vegera dîrokî ya Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî ya ji Yekîtiya Sovyetê ya berê hatibû nivîsandin.

Lê belê ji ber zextên siyasî yên wê demê, gava cendirme davêjin ser mala Seyda, zarokên wî ji tirsan re hemû helbestên wî yên nivîskî davêjin tenûrê û dişewitînin.

Ji ber vê karesatê, ti kopyayên wan helbestên pêşîn namînin û helbesta yekem a di dîwana wî ya sala 2012an de, bi navê “Gelo qe min enelheq go” ye ku di sala 1962an de hatiye hûnandin.

Kurtejîyana Min: Bîra Dîrokî ya Seyda

Berî 5 salan, ango sala 2020an, nivîser û lêkolerê Kurd Seîd Veroj pirtûkek bi navê Kurtejîyana Min.. Mele Îmadeddîn Yetîz (Seydayê Gurdilî) li ser wî amade kiriye.

Seyda di vê pirtûka ku ji aliyê Weşanxaneya Peywendê ve hatiye çapkirin, dabaşa dewrên tarî û ronî yên jiyana xwe dike.

Bi daxeke mezin qala qetlîamên dema Şoreşa Şêx Seîd, Agirî, Helebce û binerdkirina heşt hezar Barzaniyan dike.

Lê di heman demê de, dîtina azadiya başûrê Kurdistanê wekî "dewreke ronî" didît û hêvî dikir ku ev azadî li ser parçeyên din jî ava bibe.

Seydayê Mele Îmadeddîn di 2yê Kanûna Pêşîn a sala 2020an de li Êlihê ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kir.

Ew heta kêliya dawî ya jiyana xwe dilsozê ala rengîn û rêbaza Barzaniyê Nemir ma.

Derketina dîwana "Mizgîna Azadiyê" piştî koça wî, nîşana wê yekê ye ku her çi qasî pirtûk di tenûran de hatibin şewitandin jî ruhê azadiyê yê di helbestên Seyda de her dem zindî ye û dê bibe mizgîniya rojên geş ji bo nifşên nû.