Bedran Faris Derwîş piştî şehîdbûna kurê xwe jenîna cumbuşê ji bîr kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bedran Faris Derwîş, sala 1955an li gundê Gulîcê ji dayik bû. 6 kur û 3 keçên wî hene. Piştî şehîdbûna kurekî wî di şerê Serê Kaniyê de, Bedran gelek stranên xwe û herwiha jenîna cumbuşê jî ji bîr kir.

Gundê Gulîcê yek ji gundên biçûk ên Rojavayê Kurdistanê ye û dikeve sînorê bajarê Amûdê û heft malbat tenê li gundê Gulîcê dijîn. Bedran Faris yek ji hunermendên vî gundî ye û herdu çavên vî hunermendî kor in, lê bi şêwazeke pir baş cumbuşê dijene.

Bedran Faris Derwîş dibêje: “Ez li Muhemed Şêxo, Seîd Gabarî û Seîd Yûsif rûniştime û ji wan fêrî cumbuşê bûm. Min digot ez nabînim, lê biryake min li Qamişloyê ye, ji min re got ku ma mirov bi dîtinê li cimbişê dixe, mirov bi destan lêdixe. Birayê min got tu muzîkê nejenî ez ê vê amûrê di serê te de bişikînim. Min jî got temam ez dê lêxim.”

Her çiqasî çavên wî nabînin jî, lê Bedran jenyarekî baş yê cumbuşê ye û gelek stranên wî hene ku ji peyv û awazên wî bi xwe ne. Bêrîvanê yek ji stranên navdar ên Bedran Faris e.

Bedran Faris dibêjî wî di xortaniyê de gelek ji keçan hez dikir.

Ji bilî stranên wî bi xwe, Bedran herwiha guhdarekî baş yê hunera kurdî ya parçeyên din yên Kurdistanê bi zaravên cuda ye jî.

Bedran Faris herwiha da zanîn ku wî serdana Başûrê Kurdistanê jî kiriye çûye Başîk û Domîzê jî.