Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenê navdar ê kurd Şeyda ji Rûdawê re ragihand ku ew ji bajarê Amûdê dernakeve û eger şer jî biqewime ew amade ye beşdarî şer bike. Şeyda her wiha pesnê Rûdawê da û wiha got: “Rûdaw bûye dengê bêdengan, Rûdaw bûye dengê Rojava...”.
Şeyda ku xelkê bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ye û heta niha çendîn albom û stran tomar kirine bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê li ser televîzyona Rûdawê û behsa huner, jiyan û hêviyên xwe kir.
Derbarê jiyana xwe de, Şeyda got ku ew tevî karê xwe yê hunerî, karê cotkariyê jî dike û erdê xwe diçîne û jiyana xwe bi vê yekê derbas dike.
Herwiha derbarê serdana xwe de, Şeyda da zanîn ku ew niha li Hewlêrê ji bo wênegirtina du kilîpên nû, ku di vê dawiyê de tomar kiribûn bi navê “Biratî” û “Mirov”.
Ji aliyek din ve Şeyda behsa koçberiyê kir û da zanîn ku her kesek rewşa wî/wê ya taybet heye ku ji Rojavayê Kurdistanê derkeve, lê ew ji Amûdê dernakeve û eger hat û şer jî li wî bajarî qewimî ew amade ye ku tevlî şer bibe.
Di dawiyê de Şeyda xemgîniya xwe himber rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê anî ziman û hêvî xwest ku di demeke nêzîk de ew rewş baş bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse