Silêmaniye (Rûdaw) – Alboma nû ya hunermendê kurd Mihemed Reûf Kerkûkî ya bi navê “Îşwe” li ber derketinê ye û ji 12 stranan pêk tê.
Hunermendê navdarê kurd Mihemed Reûf Kerkûkî li bara alboma xwe ya nû de ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku navê alboma wî ya nû “Îşwe” ye û niha li Tirkiyê tê çapkirin.
Kerkûkî da zanîn ku alboma “Îşwe” ji aliyê şîrketa hunerî ya bi navê Naro ve di demek nêzîk de tê belavkirin û 3 stranên albomê jî kiriye klîb.
Hunermend Mihemed Reûf destnîşan kir ku di alboma xwe ya nû de di şêwazên (stîl) cuda mîna stîla orkestrayî, meclisî (dengbêjî) û kevneşopî kar kiriye.
Kerkûkî got ku vê carê li ser mûzîka resen a kurdî kar kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse