Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Firat Cewerî, bi boneya nasandin û îmzekirina pirtûka xwe ya nû "Rêwîtiya Min" li Stenbolê bi xwînerên xwe re civiya.

Pirtûka nû ya Firat Cewerî ya ku ji bîranînên wî pêk tê, ji Weşanxaneya Avestayê derket.

Bernameya yekem a îmzekirinê jî li Medya Kitabeviyê ya li Stenbolê, bi beşdariya gelek hezkiriyên edebiyatê pêk hat.

Nivîskar behsa serpêhatiyên xwe dike

Nivîskar Cewerî ku ji destpêka salên 80yî ve neçarî sirgûniyê bûye û ji wê rojê ve xizmeteke mezin ji edebiyata Kurdî re kiriye, bîranînên xwe xistine nav pirtûka "Rêwîtiya Min".

Cewerî di pirtûkê de bi rêya hevpeyvîneke dirêj a bi xwe re, behsa jiyan û serpêhatiyên xwe dike.

"Rêwîtiya Min" bûye pirtûka 20an a ku Cewerî nivîsiye.

Her wiha Firat Cewerî heta niha 25 pirtûk jî ji zimanê Swêdî wergerandine Kurdî.

Firat Cewerî Di bernameyê de, ji bilî îmzekirina pirtûkên xwe, bi xwîneran re li ser jiyan û edebiyata Kurdî sohbeteke germ jî kir.