Li Hewlêrê festîvala fîmên kurdî û Koreyî tê sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê yê Herêma Kurdistanê, festîvalek ji bo fîlmên kurdî û Koreyî tê sazkirin.

Rêveberê bazarkirinê yê Family Mall li Hewlêrê Rewend Husên, ji Rûdawê re got: “Li nav Family Mallê de Impire Cinema bi şêwazekî modern hatiye vekirin ku ji 14 salonên sînemayê pêk tê. Li nav 5 salonên han de fîlm bi şêwazê 3D tê temaşekirin.”

Husên da zanîn, dê li Family Mallê festîvalek ji bo fîlmên kurdî û Koreyî bê lidarxistin û dê festival 2 rojan bidome.