Çapa duyemîn a Çemê Baranê derket
Hewlêr (Rûdaw) - Çapa duyemîn a berhema helbestvanê navdar ê Kurd Berhen Berken ji Weşanên Avestayê derket.
Pirtûka helbestan a Berken Bereh a bi navê “Çemê Baranê” ku Xelata Qelema Hejar a 2025 standibû, Weşanxaneya Avestayê çapa duyemîn derxist.
Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê ev beşek e ji pirtûkê:
“ey siwariyê bi çargavî tê ji biyabanê
birûsk û beledî dipekin ji depa singê wî
bibexşîne gunehê me, kadîna me dagire
stêrkan bireşîne li şevên me yên xalî”
Berken Bereh kî ye?
Sala 1954an li bajarê Şirnexê ji dayîk bûye.
Cara yekem helbestên wî di kovara Tîrêjê de hatine belavkirin û wekî "Helbestvanê Nifşê Tîrêjê" tê qebûlkirin.
Heta niha helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Kurdî de belav bûne (Nûbûn, Nûdem, Jiyana Rewşen, Nûbihar û hwd.).
Sala 1999an bi navê Kulîna Kulîlkan kovareke înternetî amade kir û çar hejmarên vê kovarê derketin.
Edîtoriya helbestên kovara Nûbiharê dike.
Hin helbestên wî li Tirkî, Almanî, Fransî, Erebî û Farisî hatin wergerandin.
Li Bakur û Başûrê Kurdistanê tevlî gelek konferans û panelên edebî bûye.
Bandora wî li ser gelek helbestvanên ciwan ên Bakurên Kurdistanê heye.
Helbestvan li Êliha Bakurê Kurdistanê dijî û hîn jî bi awayekî çalak helbestan dinivîse.
Berhemên Berken Bereh ên çapbûne wiha ne:
Êş (Weşanên Sî, 2001)
Şagirtên Evînê (Weşanên Sî, 2003)
Pandomîm (Weşanên Belkî, 2006)
Şîna Helbestê (Weşanên Doz, 2008)
Dilê min palgeh e ji işqê re (Weşanên Lîs, 2011)
Ji Dûriyê re (Weşanên Lîs, 2013)
Xewna Dawî (Weşanên Lîs, 2016)
Xana Xemê (Weşanên Lîs, 2018)
Çemê Baranê (Avesta, 2019)
Wisa Tê Bîra Min (Avesta, 2020)