Çapa nû ya ‘Tifinga Bavê Min’ tê belavkirin
Hewlêr (Rûdaw) – Çapa sêyem a berhema derhenerê Kurd Hiner Selîm (Hiner Saleem) a bi navê ‘Tifinga Bavê Min’ ku 2005an bo zimanê Tirkî hatibû wergerandin, derdikeve.
Romana ‘Tifinga Bavê Min’ ji aliyê Heval Bucak ve ji Fransî bo Tirkî hatibû wergerandin û çapa yekem 2005an û çapa duyem jî sala 2013an ji Weşanên Avestayê derketibûn. Ev berhema Hiner Selîm bo cara sêyem tê çapkirin û digihije ber destê xwîneran.
Derhenerê Kurd ê navdar Hiner Selîm ku ji malbateke Pêşmerge ye, di vê romana heyama zaroktî û ciwantiya xwe ya di navbera salên 1970-1980an de vedibêje û ev berhem weke ware sînemayê serkeftina Hiner Selîm ya di ware wêjeyê de jî nîşan dide.
“Roman bo 40 zimanan hat wergerandin”
Rêveberê Giştî yê Weşanên Avestayê Abdullah Keskîn ji Rûdawê re axivî û got ku ew roman weke otobiyografiyeke kurt a nivîskar e ku li Kurdistanê derbas dibe.
Keskîn destnîşan dike ku roman ji Japonî heta Katalanî, ji Yewnanî heta Temîlî bi giştî nêzikî bo 40 zimanan hatiye wergerandin û pê de diçe, “Tenê li Spanyayê bo 4 zimanên herêmî hatiye wergerandin.” Keskîn dibêje tevî ku zimanê wê yê resen ne Kurdî ye jî, berhemên bi vî awayî ji bo naskirina miletê Kurd li cîhanê xwedî girîngiyeke mezin in.
“Yaşar Kemal dixwest pêşgotinekê bo romanê binivîse”
Abdullah Keskîn bibîr dixe ku çapa yekem a vê berhemê sala 2005an ji Weşanên Avestayê derketibû û serpêhatiyeke xwe ya derbarê pirtûkê de ya li gel nivîskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal jî wiha vedibêje, “Romanê bi zimanê Îngîlîzî bo Yaşar Kemal tînin û bi rêya wergerkirinê tê xwendin. Ew jî berhemê gelek diecibîne û notekê dixe nav romanê û ji weşanger re dişîne. Weşanger jî wergera me ya bo Tirkî bo wî rê dike. Yaşar Kemal jî li ser vê yekê li min geriya û hinekê jî bi sitemkarî got ku we roman wergerandiye û çima ji min re ne şandiye.”
Keskîn axaftina xwe dewam dike: “Min jî jê re got, ‘We çima roman ji weşanxaneyeke din re şand?’ û wî jî got, “Te ji min re bigota min dê pêşgotinek bo binivîsanda’ û min jî ber bersiv da, ‘Temam e, em dê zû careke din çap bikin bes ku hûn binivîsin’ Lêbelê mixabin tenduristiya wî têrî nekir.”
“Hez ji pesndayîna xebatên xwe nakim”
Derhener Hiner Selîm jî ji Rûdawê re axivî. Selîm diyar dike ew ji wê yekê hez nake ku pesnê xebatên xwe bide û radigihîne ji ber vê yekê teqdîra derbarê romanê de bo xwîneran dihêle.
Hiner Salem kî ye?
Derhêner , wênesaz û niviskarekî Kurd Hiner Selîm, 9 Adara 1964a li bajarokê Akrê yê Başûrê Kurdistanê jidayîk bû û di temenê xwe yê 17 saliyê de koçber bû û bi rêya Sûriyê çû Îtalyayê, li wir çû dibistanê û li Mîlano siyaset xwend. Piştre derbasî Fransayê dibe û li Parîsê xebatên derhênerî, nîgarkêşiyê dike. Di Nîsana 2005an de yekem romana wî ya “Tifinga Bavê Min - Zaroktî li Kurdistanê” ji zimanê Fransî bo Tirkî hat wergerandin û ji Weşanên Avestayê derket. Ev romana Hiner Selîm bo gelek zimanan hat wergerandin.
Hiner Selîm heta niha 14 fîlm çêkirine û romana ‘Tifinga Bavê Min’ bi zimanê Fransî nivîsandiye.
Selîm bi filîmê xwe yê ‘Vodka Lîmon’ li Festîvala Fîlman a Venedîkê, xelata ‘San Marco’ wergirt. Li Festivala Cannes a Fîlmên Cîhanî ya sala 2005an Wezîrê Rewşenbiriyê yê Fransayê Renaud Donnedieu de Vabres, xelata "Chevalier des Arts et des Lettres" da Hiner Selîm. Ev xelat ji bo herdû filmên wî yên yên bi navên ‘Kilomêtre Zêro’ û ‘Dol’ hat dayîn. Di fîlmê Dol de hunermendê navdar ê Kurd Ciwan Haco jî rol girt.
Filîmê Hiner Selîm yê bi navê ‘Kê Ledivanezley Kuşt?’ meha Hezîrana borî li Tirkiyê hat nimayîşkirin. Fîlm serpêhatiya kesekî amerîkayî ku ji bo nivîsandina romaneke li ser jiyana Kurdekî çûbû Tirkiyê, vedibêje.
Hejmareke fîlmên Hiner Selîm ev in:
Her bijî Bûk… Rizgariya Kurdistanê (1997)
Ji Xewnên Me Durtir (1999)
Teqezî (2001)
Votka Lîmon (2003)
Kîlometre Zero (2005)
Dol (2007)
Li Bin Banên Parîsê (2007)
Silav (2011)
Warê Min ê Şirîn (My sweet Pepperland)
Kirasê Teng (2015)
Kê Ledivanezley kuşt? (2017)