Selim Berekat: Sûriyê bidawî bû
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskarê Kurd Selîm Berekat li ser helbesta xwe ya bi navê "Sûriyê" ku tê de behsa bobelata wî welatî dike dibêje Sûriyê bidawî bû.
Nivîskar Selîm Berekat ku bi zimanê erebî dinivîse, di hevpeyvîneke nû de ku berî demekê ji aliyê Ehmed Ferhat hat sazkirin û di medyaya erebî de belav bû, behsa zêdebûna hovîtî û dirindetiyê li cîhanê, jidestdan û dûrketina mirov ji warê xwe yê yekemîn û bêtara Sûriyê dike.
Derbarê zêdebûna tundî û hovîtiyê li seranserê cîhanê, Selîm Berekat dibêje: "Ez nûjengeriyê nas nakim. Min ew fêm nekir. Dema ez li cih û civakên me dinerim, ez ji xeynî kîndariya li ser hertiştê ku ne girêdayî raboriya xwe be, tiştekî din nabînim. Hovîtî bi bawerî ber bi pêş ve diçe. "
Di beşekî din de, Berekat behsa dûrketina xwe ya kevnare ji Rojavayê Kurdistanê dike ku ew wê wek "Bakur" binav dike û dibêje:
"Min war ji dest da. Ji dema ku ez ji Bakur derketim, min zanibû ku ez êdî lê venagerim, da ez wî bi xwe re bihêlim wek çawa çavên min û dilê min ew nijinandin. Min ji wan cihên li wir bar nekiriye. Ew cih laşê min bi xwe ne. Ez wan hilawîstî dikim û ez wan bi betaliya xemgîniyê betal dikim ji ber ew cih ne hêjayî dilekî dadmend bûn. Cih dê demeke dirêj di pirtûkên min de bijîn. Li wir tiştekî sosret nîne. Cihên sosret li vir in, bi rêya jinûve dariştina wan wek rûn di aşê peyvan de."
Herwiha li ser helbesta xwe ya bi navê "Sûriyê" ku tê de bobelata wî welatî tîne zimên, Selîm Berekat wiha dibêje:
"Ez bi zimanekî tazî dibêjin: Sûriyê bidawî bû. Min helbesta xwe bi dawiyên di vê benda kujer de kurtkirî, nivîsand. Her kes dizane ku Sûriyê bidawî bû. Eger şer li ber sînorên xwe yên niha jî raweste, Sûriyê êdî bidawî bûye. Eger Rûs wê bi temamî ji dijberên desthilatdar derxin jî, êdî Sûriyê bidawî bûye. Ji damezrandina wê ve, Sûriyê dewleta malbatekê bû. Heyva bixwîn di esmanê cografyayê de kemilî. Di dewleta nemayî de kurdek mecbûr bû sirûda Beisê ya rasîst û nijadperest bixwîne. Mozayîka ku bi şîrêza êgir hatibû bi hev ve kirin, bi satila yekemîn a ava ku bi ser de rijiya, parçe parçe bû."
Selîm Berekat ku di sala 1951 de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, wêjevanekî Kurd yê navdar e, lê zimanê wî yê afirandinê erebî ye.
Berekat gelek berhemên hêja nivîsandine wek: Sîsirkê Hesinî, Feqiyên Tariyê, Miriyên Sade û Herdu Jiyanname.