Kurdistan Stars dengên kurdên her 4 perçeyan dike yek

Hewlêr (Rûdaw) – Bernameyek bi navê Kurdistan Stars li Swêdê dê li dûv dengxweşên Kurd ên li welatên biyanî bigere û kurdên her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom bike.

 

Serpireştyar û xwediyê hizra bernameyê, Omêd Mihemed li Swêdê ji Rûdawê re ragihand: “Biryar e, ji destpêka meha 12ê îsal qonaxên yekem ên bernameyên dest pê bike, ku heta niha 16 dengxweşên Kurd hatine hilbijartin, da ku kêberiyê li ser navnîşana Kurdistan Starsê bikin.”

 

Omêd Mihemed herwiha got: “Hemû amadekariyên vê bernameyê bi dawî bûne, ku çendîn mûzîkjen û şarezayê warê deng û mêzîkên Kurdî û Swêdî di vê bernameyê de beşdar dibin. Em dixwazin hemû dengxweşên derve (diyaspora) di vê bernameyê de kom bikin.”

 

Biryar e roja 25ê vê mehê di konfranseke rojnamevanî de hemû hûrgiliyên vê bernameyê werin aşkerekirin.

 

Omêd Mihemed dibêje, ew wê bernameyê li ser erk û cercê xwe birêve dibe û dixwaze li nav revenda Kurdî ya derve pêşketinê bide stran û mûzîkên Kurdî û hevkariya xortên xwedî şiyan ên Kurd bike.