Fîlmên Kurdî li sînemayeke navdar a New Yorkê tên nîşandan
Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê li yek ji sînemayên herî navdar ên wî bajarê Amerîkayê tê lidarxistin.
Li sînemaya navdar û dîrokî ya New Yorkê "Village East"ê, rojên asayî fîlmên navdar ên Amerîkayê tên nîşandan lê vê hefteyê li salona wê ya yekem tenê fîlmên Kurdî hene.
Festîvala 9emîn a Fîlmên Kurdî ya New Yorkê, 20ê Îlona 2025an bi sirûda neteweyî ya Kurdistanê "Ey Reqîb"ê dest pê kir.
Fîlmên festîvalê ji parçeyên cuda yên Kurdistanê ne û balê dikişînin ser jiyana takekesî ya Kurdan a di bin dagirkeriyê de.
"Em dixwazin bi nasnameya xwe serbilind bin"
Birêvebira Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê Xeyal Qertelê ji Rûdawê re got, "Ev festîvala 9emîn e ku em li dar dixin.
Em vê yekê dikin ji ber ku ev cihekî wisa ava dike ku tê de xelkê her çar parçeyên Kurdistanê li hev kom dibin û fîlm, muzîk û govendên xwe nîşan didin.
Em dixwazin ew bi nasnameya xwe serbilind bin."
Ev festîval her sal tê lidarxistin û piraniya amadekarên wê bi dilxwazî beşdar bûne.
Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Azad Azîzyan jî bi belgefîlma xwe ya bi navê "Li Dijî Jibîrkirinê" beşdarî festîvalê bûye.
Azad Azîzyan da zanîn ku belgefîlma wî behsa çar Kurdên li Ameda Bakurê Kurdistanê dike ku her yek ji wan bi awayê xwe hewl dide çanda Kurdî biparêze.
"Divê em neteweya xwe bidin nasîn"
Mamosteyê Zanîngehê Dr. Senan Muradî jî li ser girîngiya festîvalê got:
"Hebûna festîvaleke Kurdan li vir û her cure kombûneke çandî û rewşenbîrî, bandoreke mezin li xelkê vir dike.
Ez li vir bi gelek kesan re axivîm, hinek ji wan Kurdan nas dikin û hinek jî nizanin Kurd kî ne.
Divê em hewl bidin neteweya xwe bi xelkê vir bidin nasîn û ev tişteke gelekî mezin e."
Piraniya amadebûyan Kurd bûn lê kesên biyanî jî di nav de hebûn.
Harvey Biermanê ku xelkê New Yorkê ye jî ji Rûdawê re axivî û got:
“Biraziyê min keçeke Kurd xwestiye ku xelka rojhilatê Tirkiyeyê ye. Her tiştê ku li cem wê ezîz be, li cem min jî ezîz e. Ji ber vê yekê ez li vir im."
Li ber deriyê festîvalê nexşeyeke Kurdistanê hatiye daliqandin.
Vê hefteyê Kurdan bi rêya fîlm û muzîkê peyama xwe şandin û got ew nexşeya ku tenê di dilan de ye, welatê wan ê dagirkirî ye.